Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe 2025-12-27 13:56:59   AMED - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ku banga pêkanîna "mafê hêviyê" kir, diyar kir dê "mafê hêviyê" aştiya civakî pêş bixe.    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê têkildarî “mafê hêviyê” li Qada Şêx Seîd daxuyanî da. Nûnerên saziyê civakî, rêxistinên demokratîk û saziyên kedê beşdarî daxuyaniyê bûn. Nûnerên saziyan di çalakiyê de pankarta “Bila astengiyên li pêşiya aştiyê bê rakirin û bi lez mafê hêviyê bê sepandin.” Vekirin. Li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê, berdevkê Platformê yê Demê Serhat Kiliç daxuyanî xwend.   Serhat Kilikç anî ziman ku Tirkiye di pêvajoya çareseriya demokratîk de ye. Serhat Kiliç da zanîn ku bi banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27ê Sibatê de kiribû, gavên girîng hatin avêtin û wiha got: “PKKê kongreya xwe pêk anî, xwe fesix kir û hêza xwe Tirkiyeyê vekişand. Piştî wê di bin baneyê meclisê de komîsyon hat avakirin. Piştî komîsyon çû Îmraliyê pêvajo derbasî merhaleyek nû bû. Êdî divê li şûna înkarê li ser esasê siyaseta demokratîk, hiqûqî û zagonî gav bên avêtin. Vê havê hêviyên çareserî û aştiyê xurttir kiriye.”   Serhat Kiliç xwest zimanê ku dijminantiyê pêş dixe bê terikandin û wiha lê zêde kir: “Mafê hêviyê aştiya civakî pêş dixe. Ji ber vê yekê divê zimanê dijminantiyê û înkarê terk bikin. Divê siyaseta demokratîk pêş bikeve.”   Serhat Kiliç li ser navê Platformê daxwazên xwe anî ziman û got: “Divê li gorî biryara DMMEyê hemû mafên siyasî yên Birêz Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî ji mafê hêviyê sûdê bigirin. Divê di serî de qada siyasî, rêxistinên civakî û çapemenî ji zimanê înkar û dijminantiyê dûr bikevin û zimanê aştiyê bikar bînin. Divê zagonên ku demokrasî û mafên mirovan esas digirin bên sazkirin.”