Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan 2025-12-27 15:35:19     STENBOL /ENQERE- Di çalakiyên ji bo girtiyên nexweş de, daxwaza berdana Kemal Erturk û Ayhan Kavak hat kirin.   Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê çalakiya "Rûniştinê F" a heftane ya 718'emîn li ber avahiya komeleyê ya li Beyoglûyê li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de li ser rewşa girtiyê nexweş Kemal Ertürk ê li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 2 a Tekîrdagê, hat sekinandin. Di çalakiyê de, pankartên bi nivîsên "Dermankirin mafek e, nayê astengkirin" û "Kemal Erturkê nexweş berdin" hatin vekirin. Gelek caran dirûşmeyên wekî "Girtiyên nexweş berdin" û "Tecrîd dikuje, hevgirtin jiyan e" hatin berzkirin.   Daxuyaniya çapemeniyê ji hêla Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD a Stenbolê Taylan Bekîn ve hat xwendin.   Bekîn bal kişand ser nexweşînên Ertukr û got: "Kemal Erturk 26 sal in di girtîgehê de ye. Wernicke-Korsakoff, şekirê Tîpa 2, tansiyona bilind, kêmbûna dîtinê, pirsgirêkên menîskusê di çokan de, herniyûma dîskê, hemorroîd, ulsera mîdeyê û gastrît pê re hene."   Bekîn diyar kir ku malbat ji ber rewşa Erturk a her ku diçe xirabtir dibe bi fikar e û dixwaze astengiyên li pêşiya mafê wî yê dermankirinê werin rakirin û daxwaza serbestberdana Kemal Erturk ji bo dermankirinê kir.   ENQERE   Înîsiyatîfa Azadî Ji Bo Girtiyên Nexweş ji bo hefteya 590'emîn a çalakiya xwe ya bi armanca balkişandina ser binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan li hev civiya. Endamên înîsiyatîfê û rêxistinên girseyî yên demokratîk ku li Kolana Sakarya civiyan, careke din rewşa bijîşk û nivîskar Ayhan Kavak ku li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Konya Eregli tê girtin, destnîşan kirin.   Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê Omer Farûk Yazmaci destnîşan kir ku girtî Kavak bi tevahî 11 caran di navbera girtîgehan de hatiye veguhastin û got: "Rewşa tenduristiyê ya Kavak giran e. Çavên wî xirab bûne. Ji ber kêmbûna xwînê, pirsgirêkên din ên dil û tansiyona bilind lê peyda bûne. Di mîdeya wî de hîn jî ulser heye û giliyên wî ji ber refluksê hene. Laşê wî dem bi dem mor dibe. Porê wî diweşe û romatîzma pêr heye. Her wiha di kulîmekên wî de jî pirsgirêk hene û ji ber vê dikule. Ligel tansiyona zêde, fitiq , helandina hestiyan, astim û tîroît jî pê re heye."    Yazmaci diyar kir ku pêdiviya Kavak bi dermankirina heye û got ku salek e ku ew nehatiye dermankirin.