Êrişa li bajarokê Sirrînê hat şikandin 2026-01-22 20:53:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişa HTŞ, DAIŞ û hêzên paramîlîter ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin, li bajarokê Sirrînê hat şikandin.   Li bajarokê Sirrînê yê bajarê Kobanê yê Rojavayê, êrişa HTŞ, DAIŞ û hêzên paramîlîter ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin, hat şikandin. Di operasyonên li dijî koman de, şervanan wesayîteke zirxî, du motorsîklet û gelek çek desteser kirin.