MKG’ê ji bo rojnamegerên girtî qert û pirtûk şand 2026-02-18 16:03:57 NAVENDA NÛÇEYAN - Bi pêşengiya MKG’ê ji bo rojnamegerên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tên ragirtin  ji bo piştgiriyê qert û pirtûk hatin şandin. Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) ji bo piştgiriyê bide nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Pinar Gayip, Nadiye Gurbuz û Elîf Bayburt ên di operasyona li dijî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) de di 3’yê Sibatê de hatibûn binçavkirin û di 5’ê Sibatê de hatin girtin qertên piştgiriyê û pirtûk şand.   Nunertiya Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) ya Wanê, ji bo piştgiriyê bide nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Pinar Gayip, Nadiye Gurbuz û Elîf Bayburt ên di 5’ê Sibatê de hatibûn girtin, li postexaneya navendî ya Wanê qertên piştgiriyê û pirtûk şand.     AMED   Li Amedê rojnamegerên jin bi pêşengiya MKG’ê çûn postexaneya navçeya Sûrê ya Amedê ji bo rojnamegerên jin ên girtî name û pirtûk şandin.