STENBOL - Şandeya Îmraliyê ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir, li pêşiya hotêla ku dê daxuyanî lê were dayin bi dirûşma “Bijî Serok Apo” hat pêşwazîkirin.
Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê hevdîtina sêyemîn bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re kir. Endamên Şandeya Îmraliyê Ahmet Turk, Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder, Tulay Hatîmogûllari, Tuncer Bakirhan, Cengîz Çîçek û Faîk Ozgur Erol piştî hevdîtinê vegeriyan. Şande, hate Hotêla Elît a Worldê.
Kesên li pêşiya hotêlê disekiniyan şande bi dirûşma "Bijî Serok Apo" pêşwazî kirin.