AMED - Bi deh hezaran welatiyên li Qada Şêx Seîd kom bûn, li gel wêneyên Abdullah Ocalan li banga “Aştî û Civaka Demokratîk” guhdarî kirin.
Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) cara sêyemîn bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Piştî hevdîtinê jî daxuyanî hate dayin. Daxuyanî, li gelek bajaran bi zindî hate temaşekirin. Yek ji qadên ku bi beşdariya deh hezaran kesan li banga dîrokî ya Abdullah Ocalan hatiye guhdarîkirin jî Qada Şêx Seîd a Amedê bû. Dema bi hezaran kesan li banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Abdullah Ocalan dihat xwendin, welatiyan wêneyên Abdullah Ocalan hilgirtin.
Girseyê bi hûr û kûr li banga dîrokî guhdarî kir. Piştî daxuhaniyê jî girseyê bi yekdengî dirûşma “Bijî Serok Apo" û "PKK gel e, gel li vir e” berz kir.