Li ber deriyê her dibistanê ne: Hedefa 'sereke' zarokên keç û jin in

img

AMED - Jin û keçên ku tiryakê bi kar tînin, ji ber "demxekirinê" bêtir bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Pispora Xizmeta Civakî Berfîn Ayyildizê diyar kir ku herî zêde zarokên keç maddeyên bixetere bi kar tînin û got: "Jin li şûna ku biçin navendên dermankirinê, divê navendên dermankirinê werin cem jinan."

 
Jinên ku ji ber newekheviya zayendî di hemû waran de bi cudakariyê re rû bi rû dimînin, di têkoşîna li dijî tiryakê de jî bi zehmetiyên cuda re rû bi rû dimînin. Tiryakbûna jinan ji ya mêran cuda pêş dikeve. Her çend faktorên wekî "kêf, bijandin, meraq, xem, tenêtî û derdorê" di pêvajoya tiryakbûnê de li mêran berbiçav bin jî, faktorên wekî "tundûtûjiya fizîkî, hestyarî û zayendî, stresa psîkolojîk û hestyarî û newekhevî" di pêvajoya tiryakbûnê de li jinan berbiçav in. Ev bi taybetî ji bo zarokên keç bebriçavtir e. Yek ji faktorên herî girîng ên tiryakbûnê ji bo zarokên keç îstîsmar e.
 
Têkoşîna li dijî tiryakê ya jin û zarokên keç, li gor ya mêran/mezinan zehmettir e. Hejmara jinên ku serî li komele, platform, an saziyên ku li ser vê mijarê dixebitin didin pir kêmtir e. Sedemên sereke yên vê yekê tirsa ji ber "demxekirinê", fikarên aborî û rolên zayendî yên civakî ne.
 
'XEBATÊN XWESER DÊ SERLÊDANAN ZÊDE BIKIN'  
 
Pispora Xizmetên Civakî Berfîn Ayyildizê bal kişand ser kêmbûna serlêdanên jinan ji bo navendên dermankirinê û got: "Tiryakbûn, bêyî guh bide ziman û zayendê, ji bo her kesî tiryakbûn e. Lê em dikarin bûyerên trawmatîk, pirsgirêkên tenduristiya derûnî û pirsgirêkên psîkolojîk ên ku di pêvajoyên tiryakbûnê de li jinan peyda dibin, çareser bikin."
 
 
Berfîn Ayyildizê destnîşan kir ku jin di nava têkoşînekê de ne li dijî rolên civakî yên ku ji wan re hatine destnîşankirin û got: "Bûyîna dayikeke baş, bûyîna jineke baş, bûyîna jineke ku dikare nepenîtiyê biparêze... Jin ligel van, bi pêvajoya tiryakê re jî têdikoşin." 
 
Berfîn Ayyildizê destnîşan kir ku ÇEMATEM bernameyên taybet yên jinan pêk tînin lê pir serî li wan nayê dayîn û got: "Ji ber ku jina ku dixwaze li wir derman bibe, dizane ku îhtîmala wê ya kar dîtinê dê pir kêm bibe. Dê kesên li derdorê zanibin ku ew li wir derman dibe. Mixabin, jin pir caran dema ku dor tê ser lêgerîna dermankirinê paşve gav davêjin. Lêbelê, hebûna navendên dermankirinê yên xweser, dê karê me jî pir hêsantir bike. Carinan dibe ku mirov nexwazin li bajarê xwe derman bibin. Bi rastî, lêkolîn nîşan didin ku kesên li bajarên cuda di warê tiryakê de serlêdanê dikin, rêjeya wan a serketinê zêdetir e. Ji ber ku ew ji hawîrdora xeternak qut bûne. Ew ji wir dûr ketine. Lê ev her gav ji bo jinan ne gengaz e. Jin ji bo beşdarbûna navendên dermankirinê hewceyê piştgiriya darayî ne. Wekî din, dibe ku ew hewceyê destûra malbata xwe an hevalekê bin." 
 
Berfîn Ayyildizê ku got "Li şûna ku jin biçin navendên dermankirinê, divê navendên dermankirinê werin cem jinan" wiha lê zêde kir: "Zêdekirina xebatên xweser yên jinan, piştgirîdayîna zarokên jinên ku ji nû ve hatine rehabîlîtekirin û pêkanîna pêvajoyên kar dê rêjeya serlêdanan ji bo dermankirinê zêde bike."
 
'RÊXISTINÊN JINAN DIKARIN TÊGIHIŞTINÊ RAST BIKIN'  
 
Berfîn Ayyildizê bilêv kir ku rêxistin û saziyên jinan der barê pêvajoyên dermankirina jinan de berpirsiyariyek li ser wan heye û got: "Divê em têkoşîneke rêxistinkirî bidin. Dema ku jin dikevin tora tiryakê, malbatên wan pir caran wan wiha dibînin: 'Ger em wan bizewicînin, ew ê baş bibin, ger zarokên wan hebin, ew ê baş bibin,' an jî 'Divê ew ji berpirsiyariya me xilas bibin û herî kêm karibin jiyana xwe di bin berpirsiyariya kesekî din de bidomînin.' Rêxistinên jinan dikarin bibin alîkar û vê têgihîştinê sererast bikin." 
 
'ZAROKÊN KEÇ MADDEYÊN HERÎ BIXETERE BI KAR TÎNIN'  
 
Berfîn Ayyildizê destnîşan kir ku tiryakbûna di navbera zarokên kur û keç de cuda ye û got: "Kur bi gelemperî hin madeyên aramker tercîh dikin, lê keç meyla wan heye ku madeyên ku bêtir hişyarker ku dihêlin ew çalaktir bin û dihêlin ew bibêjin, 'Ez li vir im.' tercîh dikin. Ev made herî xeternak in. Ji ber vê yekê xetera tiryakbûnê di zarokên keç de pir zûtir pêşve diçe. Em dizanin ku carinan, dema ku ew madeyekê nabînin, ew serî li rêbazên curbicur didin. Em dizanin ku malbat vê yekê înkar dikin ku ew dibêjin, 'Keça min ne tiryak e,' û wan di malê de digirin û carinan keç di wê malê de tên zincîrkirin û veşartin." 
 
Berfîn Ayyildizê diyar kir ku zarok ji bo gihîştina tiryakê neçarî fihûşê an diziyê tên kirin û got: "Ji ber ku ev made ne erzan in. Ji ber ku laş dibe tiryak, divê wan bi dest bixe. Em dizanin ku keç carinan beşdarî vê tevgerê dibin. Ji ber vê yekê em pabend in ku bi rêya platformên curbicur di vî warî de çalak bin."
 
TIŞTÊN HATINE SERÊ JINEKE DUCANÎ   
 
Berfîn Ayyildizê ji bo asta rewşê bê fêmkirin çîroka jineke ducanî parve kir û ev tişt gotin: 
 
"Yekîneyên me yên zabiteyan ew anîbû. Ew heşt mehî ducanî bû û di bin bandora madeyekê de bû. Maddeya ku wê bikar aniye pir xeternak bû. Wê nizanibû kîjan made an çiqas bikar aniye. Ji ber ku ew jinek e û li parkekê dijî. Mînak, dema ku ew pitik çêdibe, bi zanistî hatiye îspatkirin ku ew ê bibe tiryak. Pêdiviya dayikê ji bo wê berî hewcedariya şîr derbasî xwînê bûye û laş dê hewesa wê madeyê bike. Me lêkolînek kir da ku wê û pitik biparêzin. Em rastî jinên ducanî tên. Em rastî zarokên 12 an 13 salî tên."
 
Berfîn Ayyildizê li dijî tiryakê ev pêşniyaz rêz kirin: 
 
Divê xwegihandina jinên bi xetereya tiryakê re rû bi rû ne pêk bê. Divê hejmar navendên dermankirinê yên pêbawer û veşarî bên zêdekirin. Divê dermankirin bêheq be. 
 
Ji bo zarokan divê xebatên cuda bên kirin. 
 
Kesên ji derve ve tên Amedê an jî ji Amedê diçin bajarên din cihê lê bimînin tune ye. Divê mivanxane bên zêdekirin. 
 
Gava em çav şêwirmendekî/ê ketin divê em netirsin û em pê re biaxivin. Di vî warî de piştgirî divê. 
 
Divê em ji demxekirinê dûr bikevin. 
 
ZAROK Û PERGALA DARAZÊ
 
Endamê Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê Ahmet Atay diyar kir ku piştgiriya qanûnî ji bo zarokan têrê nake. Atay, nebûna tedbîrên parastin û piştgirîyê destnîşan kir û dozên tiryakê wekî mînak da:
 
"Dema ku zarok bikaranîna tiryakê ji rayedarên dadwerî re radigihînin, sazî tu tedbîrên piştgirî an parastinê nagirin. Dema ku zarokek tevlî sûcekî dibe û dibêje ku wan tiryak bikar anîne, rayedarên dadwerî tu tedbîrên tenduristiyê bicîh naynin û ew zarok dikarin tavilê werin girtin. Ji ber ku ew dermankirina pêwîst nabînin, zarok piştî serbestberdana xwe jî berdewam dikin."
 
 
Atay diyar kir ku rayedarên dadwerî berpirsiyariyên xwe bi cih naynin û got: "Dema ku zarokek dermankirinê werdigire, hawîrdora wî ya civakî tê guhertin û mudaxele tên kirin da ku cihên ku ew tiryakê bikar tînin werin destnîşankirin, ew ê ji karanîna tiryakê dûr bikevin. Dema ku pêvajoyên dermankirinê ji bo zarokên girtî werin bicîhkirin, zarok dê ji wê tiryakê xelas bibe."
 
'SAZÎ KARÊ XWE NAKIN'
 
Atay bal kişand ser bandora medyaya dîjîtal a li ser bikaranîna tiryakê û got ku di vî warî de berpirsiyarî dikeve ser milê malbatan û mamosteyan. 
 
Atay destnîşan kir ku di vî warî de sazî peywirên xwe bi cih naynin û got ku têkildarî kesên tên şopandin pêvajoyeke baş nayê meşandin. Her wiha Atay da zanîn ku hejmara saizyên di vî warî de jî kêm e û yên heyî jî hejmara xebatkarên wan kêm e. 
 
REWŞA LI DERDORA DIBISTANAN
 
Hevseroka Şaxa Egîtîm Sen a Hejmar 2 a Amedê Dûygû Ozbayê jî destnîşan kir ku li derdora dibistanan tiryakbûyîn pir zêde bûye. 
 
 
Ozbayê bal kişand ser rêjeya jin û zarokên keç ên ketine tora tiryakê û got: "Hem zarokên keç hem jî jin hedef tên girtin û bi vî awayî civak ji liv û tevgerê tê dûrxistin. Bi vî awayî dixwazin civakekê hilweşînin. Lewma em dikarin bibêjin çok hejmara tiryakbûnê zêde bûye." 
 
Dûygû Ozbayê destnîşan kir ku di vî warî de berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milê malbatan û got: "Ji ber ku zarok piraniya wextê xwe bi wan re derbas dike. Herî zêde em hay ji liv û tevgerên wan hene. Lê divê mamoste jî hay ji wan zarokan hebe. Divê pêwendiyê bi wan re deyne. Divê rê û rêbaza mamoste qezenckirina xwendekar be."
 
Dûygû Ozbeyê bilêv kir ku divê li dibistanan polîtîkayeke çalak bê meşandin. 
 
Sibe: Tiryak vedibêjin
 
MA / Azad Altay - Berîvan Altan

Sernavên din

16/12/2025
20:30 Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê êrişê HSD'ê kir
15:53 Ahmet Ozer serdana DEM Partiyê kir: Pêvajo dîrokî ye
15:52 Li Agiriyê civîna gel: Manînfesto, nexşerêya pêvajoyê ye
15:27 Bi girseyî serdana şîna Haci Başaran kirin
15:26 Berfîn Nûrhaq û Sema Roza li Îzmîrê hatin bibîranîn
15:13 ÎHD'ê ji bo hevgirtinê kart ji girtiyan re şand
15:12 ‘Bila parêzvana mafên mirovan Sûna Bîlgîn serbest bê berdan'
14:38 Bozan çû serdana girtiyê nexweş Alagaş: Tişta tê kirin îşkence ye
14:34 Rapora girtîgehê: Muayeneya bikelemçe, lêgerîna li hundirê dev, nedayîna dermanan, gef
14:17 Davutoglû: Divê verastkirinên qanûnî yên li Tirkiyeyê demildest bên kirin
Sancar: Tişta di rojeva me de qanûna aştiyê ye
14:13 Berhema xebata komunal Mala Gel a Ronahî hat vekirin
13:49 Tevdîra kontrola edlî ya 5 rojnamegeran hate rakirin
13:07 Dîroka hevdîtina Şandeya Îmraliyê û AKP’ê diyar bû
12:52 Dê mitînga 'Hêvî û azadiyê' bê lidarxistin'
11:57 Eyşe Şan dê bi çalakiyên curbicur bê bibîranîn
11:53 Li Stenbolê 12 kes hatin binçavkirin
11:03 Hesreta ji bo gorekê: Quncika Nazim û Cîhanê
10:51 Wekîlên DEM Partî û AKP’ê ji bo pirsgirêkên Wanê civiyan
10:42 Ji xelkê Aydinê bang: Budçeyê ji bo gel veqetînin
10:32 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Partiya Gelecekê dest pê kir
10:10 Li dijî GAÎN Medyayê operasyon: Rayedarên şîrketê hatin binçavkirin, qeyûm hat tayînkirin
10:04 Tirkiye bi guman nêzî kîjan xalên 'xweseriyê' dibe?
10:02 Li dijî talankirina xwezayê darên berûyê didanin
10:01 Ji meteorolojiyê hişyariya berf û baranê
09:41 Ji Aykol re name: Min ji cezayê hucreyê beraet kir lê nayêm berdan
09:15 Qesabxaneya 12 milyonî ya qeyûm hê jî neqediyaye
09:13 Zabitayên êrişê Karataş kiribûn bûn mexdûr Karataş jî bû gumanbar!
09:09 Welatiyên Agiriyê ji bo rêya bixeter daxwaza çêkirina rêyek alternatîf kirin
09:07 3'yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê bû navnîşana hevdîtinê
09:05 Di kenê Nazim de şoreş veşartî bû
09:00 Tehliyeya girtiyê nexweş Yildirim bi îdiaya axaftina 'rêxistinî' hat astengkirin
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2025'AN
15/12/2025
20:10 Platforma Jinan a Rojava ji bo mexdûrên lehiyê banga alîkariya kir
18:24 Li Îranê 4 Kurd hatin binçavkirin
18:18 Li Erebistana Siûdî 340 kes hatin bidarvekirin
16:30 Tulay Hatîmogûllari: Pêwîst e verastkirinên qanûnî demildest bên kirin
16:16 Carek din xwîn dan rojnameger Aykol
15:53 Li Wanê civîna gel: Têkoşîna me dê bi azadiya Rêber Apo bi encam bibe
15:31 Berfîn Nûrhaq û Sema Roza li Mêrdîn û Amedê hatin bibîranîn
15:22 Polîsê Kazanhan qetilkirî ev 11 sal in nayê girtin!
14:48 Li ber Girtîgeha Amedê banga hevrûbûnê hat kirin
13:36 Ji Aykol re name: Di dinyaya me de herî zêde tu heyî
13:26 'Bêdengbûna çekan encam nîne, destpêk e: Armanc, aştiya pozîtîf e’
12:49 Li Hatayê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
12:47 Şandeya Îmraliyê dê bi Davutoglû re hevdîtinê bike
12:43 Rapora BÎSAM’ê: Sînorê xizaniyê bû 94 hezar û 393 lîre
12:37 Hevdîtina Şandeya DEM Partiyê û Ozel hat taloqkirin
11:17 Îtîraza li dijî taloqkirina berdana rojnameger Kurt nehat qebûlkirin
10:46 Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dê bên bibîranîn
10:36 Hejmara kesên li Awûstralyayê di êrişa çekdarî de mirin derket 15’an
10:28 Kesên ji bo Nan û meşiyan: Ne ji bo şer ji bo aştiyê bixebitin
10:20 Dayikên Aştiyê: Divê Abdullah Ocalan di nav miletê xwe de be
10:08 Prof. Jorge Riechmann: Gavên Abdullah Ocalan rêyên nû yên aştiyê vekir
09:48 Daxwaza gel: Bila Bahçelî gotina xwe bicih bîne û Abdullah Ocalan azad bibe
09:27 Ji bo Serhedê hişyariya barîn û sermayê
09:07 Xwebûn bi manşeta ‘Licê de şero taybet’ derket
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2025'AN
14/12/2025
22:35 3'yemîn Festîvala Fîlman a Amedê bi xelatan bi dawî bû
16:48 Li Mûşê civîna gel: Em ê pêvajoyê bi ser bixin
16:38 Li qada şewitî 5 hezar darên berûyê hatin çandin
16:36 3’yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê bi pêşandana fîlman didome
15:50 Meşvanên ‘Nan û Aştiyê’ li Enqereyê ne: Budçeya ne ji bo şer, ji bo gel û kedkaran
15:49 Kesên di qedexeya derketina kolanan de hatibûn qetilkirin hatin bîranîn
15:16 'Komun û meclis biqasî nan û av pêwîst in’
14:57 Li Cizîr û Êlihê şîn bi girseyî hatin ziyaretkirin
14:43 Omer Ocalan: Rêber Apo dibêje ‘divê li her malê bi Kurdî bê axaftin’
14:26 Li Awûstralyayê êrişa çekdarî: Herî kêm 10 kes mirin
14:24 Girtî Rûkiye Fîdan ku ji malbata xwe 4 kes winda kir birin şînê
13:42 YE û HRW’ê ji bo Nêrgiz Mihemedî bang li Îranê kir
13:26 'Li dijî tiryak û fihûşê em ê bi hev re têbikoşin û bi hev re bi ser kevin’
12:15 Pervîn Buldan: Abdullah Ocalan di pêvajoya aştiyê de herî zêde ji jinan bawer e
11:51 'Em hewl didin bi Şamê re lihev bikin lê Tirkiye mudaxile dike’
11:41 Bayindir: Rapora AKP’ê ji ruhê pêvajoyê dûr e
11:05 Li Roboskê ciwanekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:14 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:01 Akademîsyena îtalî: Bi hêviyeke mezin piştgiriyê didim daxwaza aştiyê ya Kurdan
09:51 Ji xwendekaran komuna perwerdeyê ya Kurdî
09:08 Centellas: Demokrasî ji taxan dest pê dike
09:05 'Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ne'
09:02 7 jin gihiştin hev û kooperatîfa ku li ber girtinê bû geş kirin
09:01 Tenê salê saetekê diçin gundên xwe yên 35 sal in qedexe ne
09:00 Gefa kuştinê li girtî Îshak Dayan hate xwarin
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2025'AN
13/12/2025
21:02 Festîvala Fîlman a Amedê di roja heftemîn de didome
19:40 Coşa beriya maça Amesporê
18:21 Li Çewlîgê civîna gel : Divê mafê hêviyê bê bicîanîn
17:48 'Em ê xwedî li bîranên wan derkevin'
16:19 Mazlûm Ebdî: Peymana 10’ê Adarê wê bibe bingehê Sûriyeya nû
16:08 Încî Sumbul a YJA Starî hat bibîranîn
15:37 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
15:23 Daxwaza berdana girtiyên nexweş Erîşmîş û Goren kirin
15:01 Xizmên Windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:06 Dayikên Şemiyê ji bo Demîr û Akîpa edalet xwestin
13:13 Nêrgiz Mihemedî hat binçavkirin
13:10 Dayika Aştiyê Bahar Çaltû jiyana xwe ji dest da
12:52 Li Şirnexê civîna gel: Gelê Kurd tu carî wekî îro nêzî azadiya xwe ne bûye
12:08 Milê meşe yê Çûkûrovayê li ser rêya Tarsûsê ye
11:20 Daxwaza sereke ya Êlihiyan azadiya Abdullah Ocalan e
10:27 Fîlozofê Amerîkî Todd May: Divê hemû alî vê firsendê baş bi kar bînin
10:20 Bang ji bo meşa li Licê