WAN - Avahiya Tekelê ya dîrokî, piştî restorasyona bi salan ji aliyê qeyûm ve dewrî Wezareta Karên Derve hat kirin.
Avahiya Tekelê ya Dîrokî ku yek ji sembolên girîng ên Wanê ye, ji aliyê qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve ji Nûnertiya Wezareta Karên Derve re hat terxankirin. Avahiya dîrokî ya ku dihat payîn veguhere muzexaneyê, ji aliyê qeyûm ve dewrî saziyeke cuda hat kirin.
Avahiya Tekelê ya ku di salên 1940'î de bi karkeriya keviran hatiye çêkirin, di sala 2006'an de hat tescîlkirin û xistin bin parastinê. Avahiya ku ji ber avahiya dîrokî ya dawî ya li navenda bajêr li ser piyan maye xwedî nirxekî girîng ê çandî ye, bi salan bû vala bû. Her çend projeyên wekî veguherîna muzexaneyê, navenda çandê yan jî cihê bîra bajêr hatibin rojevê jî, xebatên restorasyonê bi salan dewam kirin.
Di sala 2015'an de ji aliyê Serokatiya Îdareya Îstimalaqkirinê ya Serokwezîrtiyê ve bi rêya TT Gayrîmenkul A.Ş.ê ve derxistin firotinê. Avahiya dîrokî ya ku derxistin firotinê ji aliyê Şîrketa Uçkardesler Gida Taşimacilik ve bi 11 milyon û 650 hezar TL'î hat kirîn. Lêbelê di sala 2017'an de li ser îtîraza welatiyê bi navê Mesîh Aslan ê ku diyar kiribû xwediyê avahiya dîrokî û erdê pişta wê ye firotin hat betalkirin.
QEYÛM DEWR KIR
Rêveberiya qeyûm bi biryara di 4'ê Kanûnê de ragihand ku avahî dê wekî Nûnertiya Wezareta Karên Derve were bikaranîn. Di biryarê de hat îdiakirin ku mîmariya avahiyê dê bê parastin, lê têkildarî bikaranîna cemaweriyê an jî nirxandina bi armanca çandî tu planek nehat aşkerakirin.
BEDEWARIYA CEMAWERIYÊ PÊK NEHAT
Her çiqas nebûna muzexaneyek bajêr an navendeke çandî ya berfireh li Wanê balkêş be jî, veguherandina Avahiya Tekelê bo avahiyek îdarî, bûye sedema nerazîbûnê. Nebûna planeke nû ya ji bo bikaranîna çandî an cemaweriyê têkildarî avahiyê pirsa ka dê taybetmendiya wê yê mîmarî û girîngiya wê ya dîrokî di pêşerojê de çawa were parastin.
MA / Zeynep Durgut
