Fermandara YPJ'ê Nesrîn Abdullah: Agirbest tüne ye, bi vê dixwazin pêş ve biçin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandara YPJ'ê Nesrîn Abdullah diyar kir ku Tirkiye bi SÎHA'yan piştgiriyê dide êrişan û got ku agirbest tune ye û HTŞ dixwaze bi vê pêş ve biçe.

 
Fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Nesrîn Abdullah, têkildarî rewşa dawî ya Kobanê, ji Medya TV'yê re axivî. Nesrîn Abdullah a ku ji Kobanê beşdar bû, êrişên dijwar ên li ser Kobanê û Rojavayê, giraniya rewşa mirovî û rîskên destwerdanên nû nirxand.
 
Nesrîn Abdullahê bal kişand ku gelê Rojava û Kobanê di pêvajoyeke giran re derbas dibe û wiha got: “Ez li Kobanê me. Her kes dizane ku em di pêvajoyeke dijwar re derbas dibin. Gelê Rojava û gelê Kurd di serdemeke pir zehmet de ye. Li seranserê Sûriyeyê pêvajoyeke giran heye. Ev êriş ne tenê li dijî gelê Kurd, li dijî xewnên demokrasî, dadwerî û azadiyê yên hemû gelên Sûriyeyê ne. Niha em bi rewşeke girantir re rû bi rû ne. Li Rojava, Cizîr û Kobanê pêvajoyeke pir giran tê jiyîn. Efrîn û Serêkaniyê jixwe di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de ne û rewşa li wir hîn xirabtir e. Di vê pêvajoyê de em wek gelê Kurd di bin êrişên siyasî, leşkerî û wijdanî de ne.
 
'DIBE KU LI KOBANÊ FELAKETEKE MIROVÎ PÊK WERE'
 
Nesrîn Abdullahê anî ziman ku êriş li ser Kobanê zêde bûne û wiha domand: “Kobanê erdnigariyeke piçûk e. Ji aliyê coxrafî ve ji Cizîrê qut e. Ji ber vê yekê êrişî vir dikin û hesabên xwe li ser vê yekê ava dikin. Ev bajarê ku nikare piştgiriyê bigire, ji aliyê dijmin ve wekî firsend tê dîtin û dibe armanca êrişan. Niha enî li Sirrînê ye û şer pir giran e. Navbera Sirrîn û Kobanê xeteke 30 kîlometreyî ye. Di vê xetê de gelek gund hene. Gel ji tirsê komkujiyê gundên xwe terk kirin û xwe spartin navenda Kobanê. Ev qerebalixî dê bibe sedema pirsgirêkên giran ên mirovî.”
 
Nesrîn Abdullahê diyar kir ku şer bi dijwarî berdewam dike û komên çete pabendî qaîdeyên agirbestê nabin û ev agahî parve kirin: “Tabloya li eniyê wiha ye: Weke ku fethê bikin, bi çekên giran, bi her cure çekên Tirk û piştgiriya teknîkî, bi mirinê êriş dikin. Bi hezaran çeteyên bi çek hatine anîn. Ev komên ku di destpêka DAÎŞ’ê de bi wê re tevdigeriyan, niha bi al û amblemên DAÎŞ’ê dîsa derketine holê û êrişî me dikin. Yên ku ji xwe re dibêjin ‘em Sûrî ne’, êrişî gelê Sûriye û Kurdan dikin. Di welatê xwe de kî, çi feth dikin? Bi her cure taktîkên şerê qirêj û çekên giran êriş dikin. Armanca wan qirkirin û komkujî ye. Ne tenê êrişên leşkerî hene; av birîn, elektrîk birîn. Li Kobanê hemû rê girtin. Stokên xwarinê diqedin. Tê payîn ku berf bibare. Mirovên ku ji gundan tên dê li ku û çawa bi cih bibin? Di bin van êrişan de raya giştî ya cîhanê divê rastiyan bizane.”
 
'GELÊ KURD Û GELÊN DIN BI KOMKUJIYÊ RE RÛ BI RÛ DIHÊLIN'
 
Nesrîn Abdullahê diyar kir ku li ser Sûriye û bi taybetî li ser gelê Kurd komployeke navneteweyî tê meşandin: “Sûriyeyê diqedînin, rastiya Sûriyeyê dikujin. Heke gelê Kurd li vir têk biçe, heke HSD têk biçe, Sûriye êdî nabe Sûriye. Serkeftina têkoşîna gelê Kurd dê bibe qezenca Sûriyeyê. Îro Sûriyeyî jî mixabin her çend dereng be jî, bi vê yekê hesiyan. Heke komkujiyên li ser gelê Kurd berdewam bikin, ev çete dê deriyekî felaketek mezin ji bo Sûriyeyê vekin. Dewleteke DAÎŞ’ê tê avakirin. Hemû êrişên ku îro diqewimin, êrişên DAÎŞ’ê ne. Ev êrişên li dijî mirovahiyê ne. Rêbazên DAÎŞ’ê hîn sîstematîktir bûne, tenê navên wan kirine ‘Artêşa Azad a Sûriyeyê’. Nexwe mafên mirovan, rûmeta mirovahiyê û wijdan li ku ne? Ya xuya dike ev e: Dixwazin DAÎŞ’eke modern biafirînin.”
 
JI BO PÊŞÎGIRTINA LI KOMKUJIYÊN SIVÎLAN ME BERDÊL DA
 
Nesrîn Abdullahê axaftina xwe bi vî rengî domand: “Dema em wek mirov li dîmenên êrişan dinêrin, em nikarin jê bawer bikin. Serê şervanên me yên jin jê dikin. Ev çi mirovahî ye? Jêkirina biskên şervaneke jin û pêşkêşkirina vê wekî serkeftin, dikare bibe çi cure serkeftin? Em dikarin vê hovîtiyê çawa pênase bikin? Ji bo ku komkujî çênebin, em ji gelek cihan vekişiyan. Ji bo sivîl neyên qetilkirin, em li gelek cihan paşve çûn. Hevalên me ji bo sivîl neyên qetilkirin, dîl ketin. Em ne wek wan in. Wekî hêzeke fedaî em dikarin li ber xwe bidin, lê dê komkujiyên mezin pêk bihata. Ji ber ku hêza me êrişî sivîlan nake, wan diparêze.
 
GELÊ ME BIRYARA BERXWEDANÊ DAYE
 
Lê belê îro Kobanê tevî gelê me xeta me ya sor e. Em vir diparêzin û em ê qet tawîzê nedin. Hin dewlet pesnê vê hovîtiyê didin. Divê mirov bipirse ka ew çi diparêzin: Komkujiyê an hovîtiyê? Piştî ku erdnigarî bi mirovahî û wijdan neyê birêvebirin, çi wateya wê heye? Îro li vir êrişên bêsinc tên meşandin. Şervanên me yên jin dîl hatine girtin, bi vîdyoyan têne firotin. Ma ji vê bêexlaqiyek mezintir heye? Em li dijî vê hişmendiyê mirovahiyê diparêzin. Em vê bi zelalî dibêjin: Namûs ne di por an di biska me de ye; di hiş, wijdan û berxwedana me de ye. Berxwedana me, berxwedana rûmetê ye.”
 
AMADEKARIYA DEWLETA DAÎŞ’Ê TÊ KIRIN
 
Artêşa Sûriyeyê li her herêma ku dikevê de, alên DAÎŞ’ê hildide û vê bi vîdyoyan belav dike. Di rastiyê de avabûneke DAÎŞ’a modern tê amadekirin. Ev ne tenê ji bo Sûriyeyê, ji bo hemû herêmê û cîhanê xeternak e. Ev serjêkirin û komkujî dê li her derê cîhanê pêk werin. Divê her kes bizanibe em bi çi re têdikoşin. Dewlet piştgiriyê didin vê. Banga min di serî de ji bo jinan û ji bo raya giştî ya cîhanê ye."
 
Nesrîn Abdullahê paşê bersiva pirsên rojnamevanan da. Li ser pirsa rojnamegerekî ya der barê êrişên li ser Kobanê de wiha got: “Çekên giran û teknîka ku dewleta Tirk dide çeteyan heye. Di nav hêzên ku Kobanê dorpêç kirine de têkiliyên DAÎŞ’ê hene. Komên wekî Siltan Mirad, Hemze û Emşat û hin avaniyên eşîran hene. Çekên van koman ên dewleta Tirk in. Dixwazin Kobanê ji aliyê leşkerî û mirovî ve hilweşînin. Di êrişên SÎHA yên dewleta Tirk de hevalên me şehîd dibin. Berî du rojan şeş hevalên me di êrişên SÎHA’yan de şehîd bûn. Kobanê ne tenê ji aliyê leşkerî, ji aliyê mirovî û jiyanî ve jî tê xwestin ku were hilweşandin. Bi girtina bendavê re av û elektrîk hatin birîn. Bajar di bin ambargoyeke tam de ye. Nexweşxane dê bê elektrîk bimînin. Ji ber nebûna avê rîska nexweşiyên vegirtî zêde dibe, stokên sotemenî û xwarinê gihîştine xala qedandinê. Berf dibare; sivîl ji derfetên stargeh û germbûnê bêpar in.”
 
'BI ÊRIŞA DEWLETA TIRK DÊ LI KOBANÊ BI DEH HEZARAN MIROV WERE QETILKIRIN'
 
Nesrîn Abdullahö tevgera leşkerî ya Tirkiyeyê ya li ser sînorê Kobanê jî nirxand û diyar kir ku agahiyên li ser amadekariya Tirkiyeyê ya ji bo destwerdana rasterast girtine û wiha got: “Li ser xeta Pirsûsê wesayîtên zirxî û leşker hatine bicihkirin. Dîmenên van jî hene. Ev geşedan nîşan didin ku dixwazin çembera Kobanê berfireh bikin û Tirkiye amadekariya şerekî bi rêya hewayî û bejayî dike. Em bang li raya giştî ya navneteweyî dikin: Di rewşeke wiha de dê bi deh hezaran mirov were qetilkirin. Encamên destwerdaneke wiha dê bibe felaketeke mirovî.”