Cîgirê Serokwezîrê Îngilîstanê Lammy bi şandeya Rojava re civiya
- Cîhan
- |
- 22 Çile 2026 22:16
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Cîgirê Serokwezîrê Îngilîstanê David Lammy, di bernameyeke li Londonê de bi şandeya Rojava re civiya û der barê geşedanên dawî yên li Rojavayê û êrişên HTŞ'ê yên li ser Kurdan de agahî girt.
Cîgirê Serokwezîrê Îngilîstanê David Lammy, di bernameyeke ku ji aliyê rêkxistina Londonê ya Partiya Karkeran a di hikûmeta Îngilîstanê de hat lidarxistin, bi şandeya Rojavayê re civiya. Hevberdevka Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Ebru Gunay jî di hevdîtinê de cih girt. Şandeya Rojava derbarê geşedanên dawî yên li Rojava û êrîşên artêşa Sûriyeyê ya li ser Kurdan de agahî da Lammy. Lammy, piştî ku guh da şandeyê, tu daxuyanî neda, lê nîşe girt.
Seroka Giştî ya Partiya Karkeran Anna Turley, parlementer Florene Eshalomî û Marsha De Cordova jî di nav de gelek siyasetmedar tevlî hevdîtinê bûn.