Brett McGurk: Cîhan bi saya Kurdan ewletir e
- Cîhan
- |
- 22 Çile 2026 22:48
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê berê yê DYA'Yê Brett McGurk, hişyarî da ku valahiya ewlehiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xetereyeke navneteweyî çêdike û got ku cîhan bi saya Kurdan ewletir e.
Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê berê yê DYA'Yê Brett McGurk, li ser hesabê xwe yê medyaya sanal der barê êrişên li ser Rojava de daxuyaniyek da. McGurk diyar kir ku rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê cihê fikaran e û got: "Divê agirbest were parastin. Her binpêkirina ewlehiyê, nemaze li navendên ragirtinê yên DAIŞ'ê, dibe sedema encamên navneteweyî. Kurd li seranserê Iraq û Sûriyê hevkarên dilsoz in û divê wiha bi wan re muamele bê kirin. Cîhan bi saya wan pir ewletir e."