21 caran gilî kir lê encamek jê negirt û dîsa rastî êrişê hat
XARPÊT - Welatiya bi navê Meral Z. ku ji hêla Kadîr Onur Kenter ve hatiû derbkirin û gef lê hatibûn xwarin, 21 caran gilî kir lê dîsa jî bêparastin hate hiştin. Faîl Kenter ê dîsa êrişî Meral Z.’yê kir hate binçavkirin lê hate berdan.
Welatiyê bi navê Meral Z., gelek caran ji hêla kesê bi navê Kadîr Onur Kenter ve hate derbkirin û gef lê hatin xwarin. Meral Z.’yê heta niha 21 caran der heqê Kenter de serlêdana sûc kiriye lê 3 roj berê dîsa rastî êrişa Kenter hat. PKenter ê ku piştî êrişê hate binçavkirin, di heman rojê de hate berdan. Meral Z. ku beriya niha 21 caran giliyê Kenter kiriye û tu encamek jê negirt, li pêşiya Qereqola Polîsan a Şehît Mehmet Alî Çakir a Xarpêtê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Meral Z. careke din çû qereqolê û giliyê Kenter kir.
'EWLEHIYA CANÊ MIN NÎNE’
Meral Z., têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî. Meral Z.’yê got ku Kenter 3 roj berê dîsa êrişî wê kiriye û gefa kuştinê lê xwariye. Meral Z.’yê got: “Herî dawî sê roj berê êriş kir. Saet di 12’ê şevê de êriş kir. Dozger wê şevê biryara binçavkirinê da lê di heman rojê de hate berdan. Beriya niha jî heman tişt bû. Her carê hate berdan. Daxwaza min a ji bo kelemçeya elektronîk ji komîsyonê derbas bû lê dadger red kir. Nizanim kî wî diparêze. Dixwazin cezayê pêwîst bidin vî kesî.”
'NAXWAZIM HER ŞEV BI TIRS RAZÊM’
Meral Z.’yê got: “Naxwazim her şev bi vê tirsê razêm. Ewlehiya canê min nîne. Emniyet di vê mijarê de tu tiştekî nake. Der heqê vî şexsî de 13 caran biryara binpêkirinê hatiye dayin, 21 dosyayên giliyê û dîmen di destê min de ye. Lê tiştek nayê kirin. Herî dawî min li pêşiya emniyeta Xarpêtê çalakiya rûniştinê li dar xist. Wê demê ji min re gotin ‘em ê pê re eleqedar bibin.’ Lê tu tiştek nekirin. Di vê mijarê de her kes bêdeng e. Ez ditirsim.”
Meral Z.’yê banga hestiyariyê li raya giştî û rêxistinên jinan kir û daxwaza alîkariyê kir.
MA / Şîrvan Şîlan Çîl