MKG’ê ji bo rojnamegerên girtî qert û pirtûk şand
- Jin
- |
- 18 Sibat 2026 16:03
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi pêşengiya MKG’ê ji bo rojnamegerên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tên ragirtin ji bo piştgiriyê qert û pirtûk hatin şandin.
Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) ji bo piştgiriyê bide nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Pinar Gayip, Nadiye Gurbuz û Elîf Bayburt ên di operasyona li dijî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) de di 3’yê Sibatê de hatibûn binçavkirin û di 5’ê Sibatê de hatin girtin qertên piştgiriyê û pirtûk şand.
Nunertiya Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) ya Wanê, ji bo piştgiriyê bide nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Pinar Gayip, Nadiye Gurbuz û Elîf Bayburt ên di 5’ê Sibatê de hatibûn girtin, li postexaneya navendî ya Wanê qertên piştgiriyê û pirtûk şand.
AMED
Li Amedê rojnamegerên jin bi pêşengiya MKG’ê çûn postexaneya navçeya Sûrê ya Amedê ji bo rojnamegerên jin ên girtî name û pirtûk şandin.
Nûçeyên Têkildar
Serlêdanên ji bo Atolyeya Medyaya Dijîtal dest pê kir
Serlêdanên ji bo Atolyeya Medyaya Dijîtal ku ji hêla Konseya Bajar a Amedê û DFG’ê ve tê lidarxistin, dest pê kir.
- Rojane
- 10:56 10
Serlêdanên pêşbirka çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kir
Şaxê Egîtîm Senê ya Rihayê serlêdanên 3’yemîn Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz da destpêkirin.
- Çand û Huner
- 09:43 06
Nûçegihanê DÎHA’yê yê berê Arslan jiyana xwe ji dest da
Nûçegihanê DÎHA’yê yê berê Mehmet Arslan, di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da.
- Rojane
- 10:21 05
Qedexeya derketina derveyî welat a rojnameger Nûrcan Yalçin hate rakirin
Di danişîna doza rojnameger Nûrcan Yalçinê de biryara qedexeya derketina derveyî welat hate betalkirin.
- Rojane
- 13:18 03
Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe dest pê kir
Serlêdanên ji bo 29’emîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe dest pê kir.
- Rojane
- 14:06 02