STENBOL - Ji OHD'ê Vedat Ece diyar kir ku divê li gorî rapora ku Komîsyona Meclisê der barê girtiyên nexweş de amade kiriye, tedbîr bên girtin û got: "Ger Meclis lêkolînekê bike û li gorî vê pêşniyazê gavên bilez bavêje, ev yek dê tevkariyeke mezin pêvajoya aştiyê bike."
Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di girtîgehan de bi tevahî hezar û 412 girtiyên nexweş hene ku 161 ji wan jin û hezar û 251 jî mêr in. Di demeke wiha de ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk berdewam dike, ji hemû derdoran bangên curbicur ji bo berdana girtiyên nexweş tên kirin. Lêbelê, tevî raporên Saziya Tiba Edlî (ATK) jî, berdana girtiyên nexweş tê astengkirin.
Endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Vedat Ece destnîşan kir ku divê hemû girtiyên nexweş werin berdan. Ece diyar kir ku gelek muwekîlên wî yên nexweş hene û got: "Serdal Yildirim ku li Girtîgeha Tîpa R ya Metrisê girtî ye, tevî raporên bijîşkî yên edlî jî nehatiye berdan. Piştî ku cezayê xwe temam kir, ew hîn jî saleke di hepsa malê de ye. Gelek muwekîlên me hene ku nehatine berdan. Mînak, Abdulkadîr Kuday par li Girtîgeha Tîpa R ya Metrisê jiyana xwe ji dest da."
‘BIRYARA DAWÎ YA DOZGERÊN KOMARÊ YE'
Ece diyar kir ku tevî raporên Saziya Tiba Edlî (ATK), girtiyên nexweş bi hinceta "ewlehiya giştî" nayên berdan û biryara dawî ya dozgerên komarê ye û got: "Ev xala qanûnê ku biryara dawî ji dozgerên komarê re dihêle, divê were guhertin. ATK, divê biryarên bêalî bide ku mafê jiyan û tenduristiyê bide pêşiyê. Divê qanûn li nasnameya kesê an jî celebê sûc negere. Divê ew li ser vê yekê bifikire ka ev kes dikare bi tena serê xwe di girtîgehê de bimîne yan na. Komîsyona Meclisê di rapora xwe de her wiha pêşniyaz kir ku divê rêziknameyek giştî hebe ku hemû kesan der barê mafê jiyanê de bigire nav xwe. Tê de tê gotin, 'Mafê jiyanê bidin pêşiyê û newekheviyê ji holê rakin.' Ger pêşniyaza komîsyonê were bicîhanîn, rêziknameyek berbiçav dikare were çêkirin ku newekheviya di înfazê de ji holê rake. Lê li gorî qanûna înfazê ya heyî ku muwekîlên me pê re rû bi rû ne, şêwira xetereya ewlehiya giştî ji emniyetê tê girtin. Biryara dawî ya dozger e. Li gorî xala 6'an a madeya 16'an, dozger dikare her girtiyekî/ê ku ji ber nexweşiyên xwe nikare di girtîgehê de bimîne, di girtîgehê de bihêle."
‘MUWEKÎLÊN ME LI BER MIRINÊ NE'
Ece got: "Di pakêta darazê ya 11'emîn de ku di Hezîrana 2025'an de hat pejirandin, prosedurên înfazê yên taybet hatin destnîşankirin. Prosedurên wekî hepsa malê li gorî temen hatin bicîhkirin. Lêbelê, şertek hat zêdekirin: 'Ji bilî sûcên terorê.' Vê yekê newekhevî çêkir. Ger ev rêzikname ji bo jiholêrakirina newekheviyê hatiba çêkirin, ger diyar bikira ku mafê jiyanê û mafê kesayetiyê dê ji bo her kesî bêyî ku sûc an nasnameya wan çi be, pêşîn be, wê hingê kes dikarîbûn ji ber nexweşî, temen an ducaniyê cezayên xwe li malê bikişînin. Ew dikarîbûn ji mala xwe biçin nexweşxaneyê û rewşa wan dê xirabtir nebûya. Lê ev nayê kirin. Ev rewş rasterast xala 10'emîn a Destûra Bingehîn binpê dike. Ev pêvajo dikare bi pêşniyaza komîsyonê were sererastkirin. Ger ji bo bilezkirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û beşdarbûna li aştiyê tedbîr bên girtin, wê demê girtiyên bi nexweşiyên giran ên ku raporên wan ên bijîşkî hene, dikarin berî bidawîbûna vê betlaneyê bi dorhêlekê tavilê werin berdan. Heta bêyî rapor jî, girtiyên bi nexweşiyên bijîşkî hene; mînak Mehmet Edip Taşar ku 19 caran anjiyo bûye û sewqî Saziya Tiba Edlî hatiye kirin. Doktorê Saziya Tiba Edlî dibêje, 'Tu derewan dikî, tu dolaban digerînî' û ew li erdê tê kaşkirin. Ji ber ku ew pir lawaz e û nikare bimeşe, ew di nav betaniyê de tê hilgirtin. Muwekîlên me li ber mirinê ne."
‘DÊ TEVKARIYEKE MEZIN LI PÊVAJOYÊ BIKE'
Ece diyar kir ku ji bo lezandina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, divê girtiyên nexweş bi înfaza wekhev werin berdan û got ku ev yek dê di nava civakê de pêşî li têgihîştina "bêcezatiyê" bigire. Ece got: "Niha, divê hemû bendên qanûnî yên ku newekheviya di înfazê de nîşan didin werin guhertin. Divê hevoka 'ji bilî sûcên terorê' di dabînkirina berdana bişertî de were rakirin û divê hevokên mîna 'ji bilî sûcên terorê, ewlehiya giştî' di xala 16, Beşa 6 a Qanûna Înfazê de werin rakirin. Ji ber ku di vê rewşê de, tu girtiyekî/e siyasî nayê berdan. Lê ev 'metirsiyên li ser ewlehiya giştî' çawa tên ravekirin? Ev nayê zelalkirin. Ev binpêkirina mafê biryareke maqûl e û ew rêziknameyek e ku newekheviyê jî eşkere dike. Rapora Komîsyona Meclisê her wiha dibêje ku 'divê rêziknameyên qanûnî yên ku mafê jiyanê didin pêş ji bo girtiyên nexweş werin girtin.' Ger li gorî vê yekê gav werin avêtin, dê mijarên ku me behs kirine werin nirxandin û biryarên taybetî yên li ser rêgeza wekheviyê werin dayîn. Banga ji bo Aştî û Civaka Demokratîk sala xwe ya yekem temam dike. Meclis salek e dixebite û hemû li ser pêşniyaza der barê girtiyên nexweş de ku me behs kir li hev kirine. Wan got, 'Divê biryarên ku rêgeza wekheviyê û mafê jiyanê didin pêşiyê werin girtin.' Ger Meclis li gorî vê pêşniyazê lêkolînek bike û gavên bilez bavêje, dê tevkariyeke mezin li pêvajoya aştiyê ya ku em niha tê de ne bike.”
MA / Omer Îbrahîmoglû