Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe dest pê kir

Parve bike:

STENBOL - Serlêdanên ji bo 29’emîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe dest pê kir. 

Nûçegihanê rojnameya Evrenselê Metîn Goktepe, di 8’ê Çileya sala 1996’an de dema li Stenbolê nûçe dişopand, ji hêla polîsan ve hate revandin û bi îşkenceyê hate qetilkirin. Ji bo bîranîna Metîn Goktepe, ji hêla rojnameya Evrenselê ve her sal xelatên rojnamegeriyê tên dayin. Serlêdanên ji bo 29’emîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe, dest pê kir. Di juriya torena xelatê de Abdurrahman Gok, Çîgdem Toker, Gokçer Tahîncîoglû, Nazim Alpman, Nûrcan Bîlge Gokdemîr, Ozlem Akarsu Çelîk, Sûltan Ozer û Tîmûr Soykan cih digirin. Xelat dê ji beşên “Nûçe” (nivîskî û bidîmen), "Wêne” û “Rojnamegeriya herêmî” bên dayin. Berhemên di navbera 10’ê Adara 2025’an û 10’ê Adara 2026’an de hatine weşandin dikarin serlêdanê bikin. Serlêdan dê di 14’ê Adara 2026’an de bi dawî bibin. Merasîma torena xelatdayînê jî dê di 10’ê Nîsanê di rojbûna Metîn Goktepe de bên dayin. 
 
Nûçeyên nivîskî divê di formata PDF’ê de, yên bidîmen jî bi rêya "WeTransfer" an jî "Google Drive" bên şandin. Nûçeyên li ser medyaya înternetê hatine weşandin jî dê bên nirxandin û ji bo van nûçeyan divê lînka wan bê parvfekirin. Di beşa wêneyan de jî divê navê wêneyê, cihê lê hatiye kişandin û dîroka wê bê destnîşankirin. Serlêdêr, divê kurtejiyana xwe, agahiyên pêwendiyê û wêneyekî xwe heta 14’ê Adarê bişînin navnîşana gazetecilikodulleri@gmail.com ê. 
 
Nûçeyên Têkildar
Rojnameger Volkan Eryîgît li ser gora xwe hat bibîranîn
Rojnameger Volkan Eryîgît li ser gora xwe hat bibîranîn

Rojnameger Volkan Eryîgît, di sala 22’yan a wefata xwe de, li ser gora xwe ji hêla malbat û hempîşeyên xwe ve hate bibîranîn.

Azadiya Welat vê hefteyê bi manşeta ‘Newroza yekitiyê’ derket
Azadiya Welat vê hefteyê bi manşeta ‘Newroza yekitiyê’ derket

Hejmara 10’emîn a Rojnameya Azadiya Welat bi manşeta “Newroza yekitiyê” derket pêşberî xwînerên xwe.

DFG’ê Nazim Babaoglû bi bîr anî
DFG’ê Nazim Babaoglû bi bîr anî

DFG’ê, nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê Nazim Babaoglû ku ji bo nûçeyê çû Sêweregê û ji wê rojê ve tu agahî jê nehatin girtin, bi bîr anî.

Serlêdanên ji bo Atolyeya Medyaya Dijîtal dest pê kir
Serlêdanên ji bo Atolyeya Medyaya Dijîtal dest pê kir

Serlêdanên ji bo Atolyeya Medyaya Dijîtal ku ji hêla Konseya Bajar a Amedê û DFG’ê ve tê lidarxistin, dest pê kir.

Serlêdanên pêşbirka çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kir
Serlêdanên pêşbirka çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kir

Şaxê Egîtîm Senê ya Rihayê serlêdanên 3’yemîn Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz da destpêkirin.