Nûçegihanê DÎHA’yê yê berê Arslan jiyana xwe ji dest da

Parve bike:

ERZIROM - Nûçegihanê DÎHA’yê yê berê Mehmet Arslan, di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da. 

 
Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) yê berê yê Erziromê Mehmet Arslan ku salên dirêj xebat meşand, di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku duh bi şev di têketina navçeya Qereyaziyê de du wesayît li hev qelibîn û Arslan bi giranî birîndar bû. Arslan, di kamyoneta tê de asê mabû piştî bi saetan hate derxistin. Arslan ê bi ambulansê dibirin Erziromê, di rê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Arslan, dê îro li goristana navenda Qereyaziyê bê definkirin. 
 
Arslan ku demekê di partiyên siyasî yên Kurd û saziyên ziman de xebitî, ji sala 2013’an dest bi DÎHA’yê kir û heta ajans hatî girtin jî xebata xwe domand. 
 
Arslan ku gelek caran hate binçavkirin, di sala 2016’an de bi îdiaya “di lêpirsîna bi nepenî dihat domandin de wêne kişandiye û bi raya giştî re parve kiriye” hate girtin. Arslan, demekî kin piştre hate berdan, gelek caran gef lê hatin xwarin û doz lê hatin vekirin.         
 
Nûçeyên Têkildar
Rojnameger Volkan Eryîgît li ser gora xwe hat bibîranîn
Rojnameger Volkan Eryîgît li ser gora xwe hat bibîranîn

Rojnameger Volkan Eryîgît, di sala 22’yan a wefata xwe de, li ser gora xwe ji hêla malbat û hempîşeyên xwe ve hate bibîranîn.

Azadiya Welat vê hefteyê bi manşeta ‘Newroza yekitiyê’ derket
Azadiya Welat vê hefteyê bi manşeta ‘Newroza yekitiyê’ derket

Hejmara 10’emîn a Rojnameya Azadiya Welat bi manşeta “Newroza yekitiyê” derket pêşberî xwînerên xwe.

DFG’ê Nazim Babaoglû bi bîr anî
DFG’ê Nazim Babaoglû bi bîr anî

DFG’ê, nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê Nazim Babaoglû ku ji bo nûçeyê çû Sêweregê û ji wê rojê ve tu agahî jê nehatin girtin, bi bîr anî.

Serlêdanên ji bo Atolyeya Medyaya Dijîtal dest pê kir
Serlêdanên ji bo Atolyeya Medyaya Dijîtal dest pê kir

Serlêdanên ji bo Atolyeya Medyaya Dijîtal ku ji hêla Konseya Bajar a Amedê û DFG’ê ve tê lidarxistin, dest pê kir.

Serlêdanên pêşbirka çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kir
Serlêdanên pêşbirka çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kir

Şaxê Egîtîm Senê ya Rihayê serlêdanên 3’yemîn Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz da destpêkirin.