XARPÊT- Li Dep a welatê Kawayê hemdem Mazlûm Dogan Newroz hate pîrozkirin. Omer Ocalan di pîrozbahiyê de axivî û got divê em destê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xurt bikin.
Li navçeya Dep a Xarpête bi dirûşma “Newroza azadî û demokrasiyê” Newroz hate pîrozkirin. Li pîrozbahiya ku li Qada Stasyonê hate kirin de gelek kes beşdar bûn. Di pîrozbahiya Newroza de ciwan û jin bi cilên xwe yên gelêrî beşdar bûn. Newroz bi merasîma rêzgirtînê dest pê kir. Di merasîma rêzgirtinê de dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin.
Hevşaredarên Dep’ê axaftina destpêkê kirin û endamên Komîteya Amadekar a Newrozê û hevserokên bajêr û navçeyan Newroza gel pîroz kirin û xwestin ku Newroz bibe wesîyela “Yekitî” û “Azadiyê”. Di axaftinan de daxwaz xwedîderketina Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.
Piştre Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Rihayê Omer Ocalan axivî. Omer Ocalan li welatê Kawayê hemdem cejna Newroza gelê Kurd û gelên Kurdistanê pîroz kir û ev tişt got: “Em ê her sala Newroza xwe pîroz bikin û pêşeroja xwe ava bikin. Hûn dizanin Newroz têkoşîn û berxwedana li dijî Dehaqan e.”
‘DIVÊ EM DESTÊ ABDULLAH OCALAN XURT BIKIN’
Omer Ocalan bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û anî ziman ku Abdullah Ocalan ji bo aştiyekî birûmet têkoşînekî xurt dide û wiha pê de çû: “Ji bo vê divê em destê Rêbertiyê li ser masê xurt bikin. Gotin ‘êdî em ê têkoşîna xwe bi şêwazên din bimeşînin’. Ji ber vê divê dewlet êdî gav biavêje. Kurdan ji bo hebûna xwe berdêl da, bi pêşengiya Rêbertiyê gelê Kurd jiğ bo astiyê destê xwe dirêj kir. Li vî welatî ji ber vê divê em ji bo aştî û çareseriyê têbikoşin.”
Ocalan têkildarî geşedanên Rojhialt axivî û got: “Dilê me li Rojhialt e. Li wir zulmek giran haye. Divê gelê Kurd ji bo nasname û têkoşîna xwe yekitiya xwe pêk bînin. Divê yekitiya di nava çar parçeyan pêk were. Gelê Kurd di vê sedsalê de li dijî tunekirinê li ber xwe da û hebûna xwe parast. Ji vir û şûn de jî dê hebûna xwe biparêzin. Bila bizanin em wek zarokên Kawayê Hesinkar em înkarê qebûl nakin.”
SILAVÊN ABDULLAH OCALAN
Omer Ocalan diyar kir ku ev ax mîrasa pêşiyên Kurdan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Cihekî em biçinê nîn e. Em li ser vê axê dixwazin di nava aştiyê û bi azadî bijîn. Serok Apo got ‘di vê Newrozê de tu çû ku derê silavên min, ji gelê min re bibêje’. Ez silavên Rêber Apo li we dikim. Di şexsê Mazlûm Dogan de Newroza hemû gelê Kurd û ya çar parçeyên Kurdistanê pîroz be.”
AGIRÊ NEWROZÊ EMOŞ YILDIZÊ VÊXIST
Piştî axaftina Omer Ocalan, hevjîna yek ji qadroyên pêşeng ê PKK’ê Zekî Yildiz Emoş Yildiz û parlamenteran vêxist. Newroz bi stan û gerandina govendê ve domand.