Amedsporê 3 puan wergirt
- Spor
- |
- 11 Adar 2026 15:57
- |
AMED - Amedsporê a di Lîga 1’emîn de li deplasmanê Îstanbulsporê 4-0 têk bir.
.
Amedspora a di Lîga 1’emîn a Trendyolê ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de bi Îstanbulspor û di hefteya 30’yemîn de li Stada Necmî Kadiogluyê ya li navçeya Esenyurta Stenbolê hatin hemberî hev. Gelek alîgirên Amedsporê li stadê cihê xwe girtin û piştevaniya tîma xwe kirin.
Di deqîqeya 34’an de Felix Afena-Gyan gola ewil avêt. Piştî gola pêşî Amedspor bi performansek serketî lîst û di deqîqeya 39’an de jî bi asîsta Florent Hasani, Mbaye Diagne gola duyemîn avêt û beşa yekemîn bi skora 2-0 bi dawî bû.
Amedsporê di beşa duyemîn a maçê de jî bi awayekî xurt dest pê kir û di deqîqeya 47’an de bi asîsta duyemîn ya Florent Hasanî, Mehmet Yeşîl gol avêt û skor bû 3-0.
Di deqîqeya 89’an de jî bi asîsta Dia Saba, Mbaye Diagne gola duyemîn avêt û maç 4-0 bi dawî bû. Amedsporê puanê xwe kir 61 û di rêza sêyemîn a lîgê de cihê xwe digire.
Nûçeyên Têkildar
Amedsporê peymana xwe ya bi Kaloglû re bi dawî kir
Amedspor ku li sehaya xwe bi Sakaryasporê beramber ma, piştî maçê peymana xwe ya bi rahêner Sînan Kaloglû re bi dawî kir.
- Spor
- 09:24 16/2
Armanca Amedsporê Super Lîg e
Rahênerê Amedsporê Sînan Kaloglû diyar kir ku hedefa wan ew e ku derkevin Super Lîgê û îşaret bi girîngiya piştgiriya alîgiran kir.
- Spor
- 13:41 12/2
Amedsporê bang li jinan kir: Werin em bi hev re keziyên xwe bihûnin
Endama Lijneya Şêwirmendiya Bilind a Amedsporê Ozlem Kulahçi Tanamanê diyar kir ku ew ê ji bo nerazîbûna li hember cezayê "hûnandina keziyê" yê li ser klûbê hatiye sepandin, keziyên xwe bihûnin û got: "Em hemû hevalên xwe yên jin vedixwînin stadyûmê."
- Spor
- 09:24 04/2