Li Stenbolê agirê Newrozê yê ewil li Sancaktepeyê hat vêxistin

Parve bike:
STENBOL - Bi pêşengiya DEM Partiyê li Stenbolê agirê Newrozê yê ewil li Sancaktepeyê hat vêxistin.
 
Bi pêşengiya DEM Partiyê li Stenbolê agirê Newrozê yê ewil li Qada Azadiyê ya Sancaktepeyê hat vêxistin. Bername bi axaftinan dest pê kir. Hevseroka DEM Partiyê ya Sancaktepeyê Ayşe Çîftçiyê diyar di serî de Newroza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got: “Newroza îsal dê bibe sedema aştiyê.”
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinarê jî destnîşan kir ku xwestin bi salan Newrozan qedexe bikin û wiha axivî: “Gelê Kurd qedexeyan nas nekir. Bi paradîgmaya birêz Abdullah Ocalan aştî pêş ket. Li Rojhilata Navîn şer heye, bi banga birêz Abdullah Ocalan pêvajo dest pê kir. Bi Newrozê dê pêvajo jî pêş bikevê. Êdî dem dema stûtayê ye.”
 
Paşê agirê Newrozê hat vêxistin. Bername bi gerandina govendê bi dawî bû.