Eraqçî: Tengava Hurmuzê ji keştiyên bazirganiyê re vekiriye

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Îranê ragihand ku di heyama agirbestê de êdî Tengava Hurmuzê li pêş çûnhatina tevahî keştiyên bazirganiyê vekiriye
 
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî daxuyand ku di dema agirbestê de êdî Tengava Hurmuzê ji bo hemû keştiyên bazirganiyê vekiriye. Eraqçî bi postekê li ser X'ê da zanîn ku derbasbûna keştiyan di Tengava Hurmuzê re dê bi rêya rêça koordînakirî be ku berê ji hêla Rêxistina Bender û Deryavaniyê ya Îranê ve hatiye ragihandin.
 
Piştî ku Araqçî vekirina Tengava Hurmuzê ragihand, bihayên petrola Brent û petrola Amerîkî ji sedî 8 zêdetir daketin.
 
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî, li ser hesabê xwe yê Truth Social peyamek weşand û vekirina Tengava Hurmuzê ragihand. Trump got: “Îran radigihîne ku Tengava Hurmuzê bi tevahî vekiriye û ji bo trafîka keştiyan amade ye. Spas dikim!”