Xwestin girtiyên nexweş Aras, Baştaş û Orak bên berdan

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN- Parêzvanên mafên mirovan di çalakiyên li sê bajaran de, xwestin girtiyên nexweş Ozgur Aras, Mecît Baştaş û Abdulhalîk Orak bên berdan.

 
Ji bo rewşa girtiyên nexweş li sê bajaran çalaki hatin lidarxistin. 
 
STENBOL
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD)a Stenbolê, li ber avahiya komeleyê ya li Beyoglûyê 734'emîn çalakiya "Rûniştinê F" li dar xist. Gelek parêzvanên mafên mirovan beşdarî çalakiyê bûn û pankartên bi nivîsên "Dermankirin mafek e, nayê astengkirin" û "Ekîm Polat berdin" vekirin kirin. Çalakiya vê hefteyê li ser rewşa girtiyê nexweş Ozgur Aras ê li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 1 a Sincanê, sekinî. Gelek caran dirûşmeyên wekî "Girtiyên nexweş berdin" û "Dermankirin mafek e, nayê astengkirin" hatin berzkirin. Endama ÎHD'ê Meryem Barsê metna daxuyaniya çapemeniyê xwend.
 
Meryem Barsê destnîşan kir ku bi Aras re gelek nexweşî hene û mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin û got: "Ji ber şert û mercên neyînî yên girtîgehê û astengkirina dermankirina wî, tenduristiya Ozgur Aras bi lez xirab dibe. Girtina wî, ragirtina wî ya li hücreye û pirsgirêkên di dema sirgûnê de gefeke mezin li jiyana wî û tenduristiya wî dixwin."
 
LI GIRTIYÊ NEXWEŞ CEZAYÊ HUCREYÊ
 
Meryem Barsê da zanîn ku Arasê ku ji aliye parêzerên Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa ÎHD a Stenbolê ve serdana wî hatiye kirin, ji rakirina kamerayên li qawîşên hevpar tevlî protestoyê bûye, cezayê hucreyê lê hatiye birîn. 
 
Meryem Barsê diyar kir ku ew vê dawiyê hîn bûne ku Aras ji Girtîgeha Girtî ya Marmarayê bo Girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 1 a Sîncan hatiye sewqkirin û got ku nikarin têkiliyê pê re deynin û ji ber vê di warê tenduristiya wî de bi fikar in.
 
ÎZMÎR
 
Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê, bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, çalakiya xwe ya rûniştinê ya ku ji du hefteyan carekê li dar dixe, li ber Sumerbanka Kevn a Konakê domand. Di çalakiyê de pankarta “Girtiyên nexweş dimirin, bêdeng nemîne nebe şirîkê vî sûcî” hat hilgirtin û dirûşma “Ji girtiyên nexweş re azadî” hat berzkirin. ÎHD'ê di çalakiya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiyê 68 salî Mecît Baştaş ku li Girtîgeha Tîpa L a Panosê tê ragirtin. Daxuyanî ji aliyê Rêvebera Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê Vetha Aydinê ve hat xwendin.
 
Vetha Aydinê diyar kir ku Mecît Baştaş bi nexweşiyên giran û kronîk re rû bi rû ye, pençeşêr e û heta niha du caran emeliyat bûye. Cara dawî di 2'yê Sibata 2026'an de hatiye emeliyatkirin û got: “Her çend divê sê mehan carekê kontrolên wî bên kirin jî, ji ber ku sewqên nexweşxaneyên herêmê 7 û 12 mehan dikişînin, kontrolên wî nayên kirin. Tetkîkên piştî emeliyatê nehatine temamkirin û pergala dermanan a ji bo pençeşêrê hîna nehatiye avakirin.”
 
Vetha Aydinê her wiha destnîşan kir ku nexweşiyên Mecît Baştaş ne tenê pençeşêr e; ew di heman demê de li ber nexweşiyên wekî prostat, kîstên gurçikan, nexweşiya pişikê, hîpertansiyon jî têdikoşe, lewma divê Mecît Baştaş ji bo tedawiyê were berdan an jî sewqî nexweşxaneyeke tamteşekkûl were kirin û wiha got: “Lazim e Mecît Baştaş sewqî nexweşxaneyên Wanê bibe ku li wir pispor û derfetên teknîkî hene. Em bang li saziyên peywendîdar dikin ku rê li ber tedawiya wî vekin û gavên hiqûqî biavêjin. Her roja ku derbas dibe, metirsiya li ser jiyana wî zêdetir dibe. Berpirsiyarên her encameke neyînî, ew kes in ku li hemberî vê îhmalkariyê çavên xwe digirin.”
 
Vetha Aydin bi van gotinan dawî li daxuyaniyê anî: “Heta ku mafê jiyanê û tedawiyê yê girtiyên nexweş bê mîsoger kirin, em ê daxwazên xwe bînin ziman. Divê girtiyê nexweş Mecît Baştaş demildest were berdan.”
 
ENQERE
 
Înîsiyatîfa Azadî Ji Bo Girtiyên Nexweş, di hefteya 606'emîn a çalakiya xwe de, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşîna wî giran Abdulhalik Orak ku li Girtîgeha Tîpa F ya Kirikkaleyê tê girtin. Daxuyanî li Kolana Sakaryayê hat dayîn. Endamê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê Bariş Barişik metna daxuyaniyê xwend. Barişik diyar kir ku rewşa tenduristiyê ya Orak di şert û mercên girtîgehê de ne domdar e.
 
Barişik destnîşan kir ku aliyê çepê yê girtiyê nexweş Orak felç bûye û bi zorê diaxive. Barişik got: "Bi taybetî piştî nexweşiyeke giran ku di sala 2023'yan de lê peyda bû, aliyê çepê yê laşê wî felc bûye. Destê wî yê çepê, lingê wî yê çepê û aliyê çepê yê rûyê wî bi giranî bandor bûne. Bi zorê diaxive. Ji ber vê nikara merema xwe ji yên li hember re vebêje. Di vê rewşê de, ne gengaz e ku bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne."
 
Barişik bang li saziyên têkildar kir û got ku taloqkirina înfaza Orak ne tercihek e, pêdiviyek e.