Hejmara 4’an a Ozgur Halkê derket
- Rojane
- |
- 21 Nîsan 2026 09:36
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 4’an a Kovara Ozgur Halkê gihişt ber destê xwînerên xwe.
Hejmara 4’an a Kovara Ozgur Halkê ku mehê carekê derdikeve, bi awayekî online gihişt ber destê xwînerên xwe. Kovar, di vê hejmarê de bi berga “Di bin Ronahiya Pêşdîtinên Rêber Apo de Newroza 2026’an” gderket. Di hejmara nû de kovarê cih da nivîsa “Şerê Îranê û Tirkiye: Xetere, Firsend û Lêgerînên Ji Bo Pergala Nû” û nivîsa Alî Haydar Kaytan a “Polîtîka û Exlaq” û “Zanetiya Dîrokê: Mifteya Azadiyê” cih girtin.
Di kovarê de her wiha nivîsên bi sernavên “Qonaxa Şerê Sêyemîn ê Cîhanê Gihiştiyê” û “Neteweya Demokratîk Zîhniyet û Jiyana Hevpar e” jî cih girtin. Hûn dikarin li ser vê lînkê xwe bigihînin hemû nivîsên di kovarê de: https://ozgurhalk.com/