ROJEVA 13'YÊ GULANA 2026'AN
* Nivîskarê Koma Vateyê Denîz Gunduz anî ziman ku helwesta li hemberî Kirmanckî wekî "zarokê dêmariyê" ye û diyar kir ku li dijî metirsiya tunebûnê divê polîtîka û rêxistinbûnek berfireh hebe. DOSYA
* Hevseroka PJAK’ê Peyman Viyan ku geşedanên li Îranê ji MA’yê re nirxand, anî ziman ku dibe li Îranê guherînên mezin çêbibin û got: "Kurd dê çarenûsa xwe bi destê kesî ve nehêlin. Şer bibe an nebe, Îran êdî nikare bi vî rengî hebûna xwe bidomîne.” DOSYA
* Di cîhana ku jîriya çêkirî bi lez vediguherîne de, cihê Kurdî di qada dîjîtal de cihê meraqê ye. Pisporê jîriya çêkirî Cîhad Îlbaş diyar kir ku ji bo Kurdî di pergalên jîriya çêkirî de pêş bikeve, divê hilberîna berhemên dîjîtal were zêdekirin.
* Elîf Bulut a ji DEM Partiyê, têkildarî meşa ku partiya wê dê di 16’ê Gulanê de bi dirûşma “Gavek ji bo Aştiyê” li dar bixe axivî û diyar kir ku armanca sereke ya meşê, daxwaza statuya Abdullah Ocalan e.
* Hevserokê ÎHD'ê yê Wanê Mehmet Salih Coşkun diyar kir ku girtî Jiyan Alpsar ê ku bi nexweşiya jana zirav ketiye û ji ber ku tedawiya bi kelemçe red kiriye nayê dermankirin di girtîgehê de ziyaret kir û diyar kir ku rewşa wî giran e.
* Mehmet Saît Toprak ku bi zimanê Kurdî perwerdehiyê dide, diyar kir ku bi kîjan zimanê perwerde neyê dîtin ew ziman dê paş de biçe û got ku ji ber vê divê Kurdî li hemû qadên jiyanê bê berbelavkirin.
* Alî Ekber Comert ê CHP’î diyar kir ku pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê tenê bi bêdengbûna çekan çareser nabe û got divê di çarçoveya pêvajoyê de gav bên avêtin.
* Endama Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD’ê Mehtap Sertê diyar kir ku li girtîgehên Hatay û Îskenderûnê gihîştina xizmetên tenduristiyê tê astengkirin û got: “Nexweşbûna li girtîgehên Hatay û Îskenderûnê mîna veşartina bi saxî ye.”
* Foruma Aştiya Civakî û Azadiyê ku li Amedê tê lidarxistin, dê di roja 2'yan de bi çalakiyên cuda bidome. (09.00-21.00)
* Danişîna doza 3 jê rojnameger 28 kesên du sal berê li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatibûn derbkirin û binçavkirin dê li Dadgeha Cezayên Giştî ya Silopiyayê bê lidarxistin. (10.00)
* Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû dê beriya civîna Meclisên Jinan ên Herêma Çukurovayê, li avahiya DEM Partiyê ya Edeneyê daxuyaniyê bide. (11.00)
* Li bajarokê Gundikêmelê yê Şirnexê dê şahiya Adarokê ku xwedî kevneşopiyeke 350 sala ye were lidarxistin. (11.00-15.00)
* Çalakiya nobeta konê ya li Gimgimê li dijî JES'ê hatiye destpêkirin dê bidome. (12.00-21.00)
* Li gelek bajaran dê bi boneya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî çalakî bên lidarxistin. (12.00-19.00)