STENBOL - Di cîhana ku jîriya çêkirî bi lez vediguherîne de, cihê Kurdî di qada dijîtal de cihê meraqê ye. Pisporê jîriya çêkirî Cîhad Îlbaş diyar kir ku ji bo Kurdî di pergalên jîriya çêkirî de pêş bikeve, divê hilberîna berhemên dijîtal were zêdekirin.
Di dema dawî de cîhan dikeve qonaxeke nû û yek ji sernavên herî girîng ên vê pêvajoyê jî "jîriya çêkirî" ye. Jîriya çêkirî ku bi rîskên xwe re bandorê li xweza û civakê dike, xetereyê li ser keda mirovî çêdike. Tê diyarkirin ku jîriya çêkirî ya di nav pergala Modernîteya Kapîtalîst de pêş dikeve, di salên pêşiya me de rîska bêkarhiştina bi mîlyonan mirovî û veguhertina gelek pîşeyan vedihewîne.
Diyarbûna Kurdî di cîhana dijîtal de û pirsgirêka temsîliyeta wê di pergalên jîriya çêkirî de jî her ku diçe bêtir tê nîqaşkirin. Tevî ku zimanê bi milyonan mirovî ye, ev yek gumanan bi xwe re tîne ku sepanên jîriya çêkirî yên ji aliyê şîrketên mezin ve tên pêşxistin çi qasî Kurdî nas dikin û di gelek platforman de Kurdî di asteke kêm de tê piştgirîkirin.
Pisporê jîriya çêkirî û damezrînerê platforma fêrbûna ziman a bi piştgiriya jîriya çêkirî Kurdolîngo, Cîhad Îlbaş, der barê kapasîteya naskirina Kurdî ya jîriya çêkirî de axivî. Îlbaş bi bîr xist ku jîriya çêkirî xwe bi berhevkirina daneyên di qada dijîtal de pêş dixe û diyar kir ku ji bo Kurdî çi qas materyalên dijîtal werin hilberandin, Kurdî dê di pergalên jîriya çêkirî de ewqas pêş bikeve.
Îlbaş bal kişand ser ku naverokên Kurdî bi taybetî di qada dîjîtal de pir kêm in û destnîşan kir ku divê şaredarî û saziyên zimanê Kurdî bêtir hilberînan li vê qadê bikin. Îlbaş anî ziman ku zêdekirina xebatên Kurdî di malper û hesabên medyaya dijîtal ên şaredariyan de dê di fêrbûna jîriya çêkirî ya Kurdî de roleke girîng bilîze. Îlbaş da zanîn ku rêya xizmetguzariya jîriya çêkirî bi Kurdî di zêdekirina çavkaniyên dîjîtal re derbas dibe û got ku divê çavkaniyên Kurdî yên çapkirî jî li dijîtal werin barkirin.
KOMUNÊN JÎRIYA ÇÊKIRÎ
Îlbaş diyar kir ku di dema dawî de di qada jîriya çêkirî de geşedanên girîng çêbûne, lê tevî vê yekê Kurd bi têra xwe sûdê ji vê teknolojiyê wernagirin û bal kişand ser nîqaşên komunên dema dawî û ev tişt got: "Konsepta komunê bi eslê xwe ji peyva 'kom'ê tê; tê wateya kombûnê. Mîna konsepta 'community'. Em ê civakeke çawa ava bikin? Ev ji bo gelek qadan derbasdar e lê ji bo jîriya çêkirî hîn bêtir derbasdar e. Ji ber ku herî zêde pêdiviya me pê heye. Ciwanên me ji Kurdistanê ber bi metropolan û Ewropayê ve koç dikin. Lêbelê jîriya çêkirî aboriyê diguherîne. Mirov êdî dikarin ji gundê xwe dernekevin û hilberên dijîtal bifiroşin hemû cîhanê. Lê em dikarin çi qasî vê ji bo berjewendiya xwe bikar bînin? Divê em pir li ser vê bifikirin."
'JI BO KURDÎ KÊMASIYA MATERYALAN PIR ZÊDE YE'
Îlbaş ji bo pêşketina Kurdî di cîhana dijîtal de bal kişand ser girîngiya platformên perwerdehiya online û got ku divê şaredarî ne tenê ji bo bajarên xwe, lê ji bo Kurdên li her çar aliyên cîhanê kursên dîjîtal ava bikin û wiha pê de çû: "Şaredariya Amedê çi qas kursên Kurdî veke jî, 6 milyon Kurdên li Stenbolê nikarin herin van kursan. Nexwe em ê çi bikin? Niha tenê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê heye û çend polên wê hene. Ma em ê her sal tenê fêrî 100 kesî bikin? Saziyên me di vê mijarê de pir giran û paş ve mane. Bêguman ji salên 90’î heta îro xebatên pir girîng kirin, lê ji bo Kurdekî ku li Awûstralyayê dixwaze fêrî Kurdî bibe, çavkaniyên çapkirî yên li vir tu wateya wan tune ye. Çavkaniyên dijîtal pêwîst in."
'DIVÊ EM KURDÎ BALKÊŞ BIKIN'
Îlbaş diyar kir ku ji ber ku Kurdî ne zimanê bazarê ye, fêrbûna ziman zehmet dibe û wiha pê de çû: "Tu dibistan şerta 'Tu Kurdî dizanî?' danayne. Li Tirkiyeyê tu xwediyê kar napirse bê ka tu bi Kurdî dizanî yan na. Nexwe mirov çima fêrî Kurdî bibin? Ma em ê vê tenê li ser trajediyên takekesî yên mîna 'Tenê dapîr û bapîrên min bi Kurdî dipeyivin, ez bi wan re li hev nakim' bigirin dest? An em ê bi nêzîkatiya 'Ma em dikarin bi vê re çandeke sînema, şano, wêje û muzîkê hilberînin? Em dikarin li vir aboriyekê ava bikin?' nêz bibin. Ji ber ku şertên aborî mirovan ji bo fêrbûna Kurdî motîve nakin, mixabin divê em Kurdî balkêş bikin. Divê ev ji hewildaneke takekesî derkeve û bibe hewildaneke saziyî û civakî. Divê em nîşan bidin ku di Kurdî de helbest, muzîk, fîlm û çîrokên pir xweş hene. Divê em bidin hîskirin ku ne dema wergerî Tirkî dibin, bi halê xwe yê Kurdî xweş in. Li YouTube’ê bêhejmar naverokên zarokan ên bi Tirkî hene lê naveroka Kurdî hema bêje tune ye. Naverokên Kurdî ewqas kêm in ku zarokek dikare di çend rojan de hemûyan biqedîne. Piştre zarok naverokên Tirkî yan jî Ingilîzî temaşe dike. Di Ingilîzî de naverok bêdawî ne.
Tê gotin ku ji bo modela Claude a Anthropic'ê 2 milyon pirtûk hatine barkirin. Ma em dikarin ji bo Kurdî vê bikin? Mixabin ewqas çavkaniyên me yên çapkirî tune ne. Lê li ser teknolojiyên ku dikarin bi çavkaniyên pir kêmtir mîna Claude bi bandor bixebitin, xebat hene. Herêma Baskê vê ji bo zimanê xwe dike. Li wir zimannasên Galî, Îrlandî û Katalan jî dixebitin. Divê em bi wan re têkevin têkiliyê û Kurdî jî têxin nav van xebatan da ku em karibin modelên xwe ava bikin."
KIRMANCKÎ DI XETERE YÊ DE YE
Îlbaş bal kişand ser zaravayên Kurdî û wiha wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Modela Google Gemini di mijara Kirmanckî de ji Kurmancî hîn xirabtir e. Ji ber ku ji bo Soranî bi dehan rojname û bi sedan televîzyon hene, rewşa daneyan bêtir baş e. Lê ji bo Kirmanckî hewildaneke zêde pêwîst e. Zimanên ku jîriya çêkirî wan nas nake û daneyên wan têrê nake, dê di nav 1 an 2 salan de di bin xetereyeke mezin de bin. Berê me malperên xwe optimîze dikirin da ku Google me di lîsteyan de nîşan bide. Niha em hewl didin ku modelên jîriya çêkirî daneyên me hîn bibin û ji wan tiştekî hilberînin. Lê Kirmanckî hem ji aliyê weşanên çapkirî hem jî yên dîjîtal ve pir kêm e. Dijîtalbûna weşanên heyî pêwîst e. Di ferhengên me yên Kurmancî de jî li hinek cihan sûd ji Soranî hat wergirtin. Ji ber wê divê em jî gund bi gund bigerin û daneyan kom bikin. Divê em berhevkariyên çanda devkî bikin, van veguhêzin pirtûkxaneyên dîjîtal.
MA / Melîk Varol