WAN - Hevserokê ÎHD'ê yê Wanê Mehmet Salih Coşkun diyar kir ku girtî Jiyan Alpsar ê ku bi nexweşiya jana zirav ketiye û ji ber ku tedawiya bi kelemçe red kiriye nayê dermankirin di girtîgehê de ziyaret kir û diyar kir ku rewşa wî giran e.
Sepanên li girtîgehan û binpêkirinên mafan ên ku di raporên saziyên mafên mirovan û civaka sivîl de cih digirin, zede dibin. Rewşa Jiyan Alpsar ê ku di Girtîgeha Tîpa T a Wanê de tê ragirtin û bi nexweşiya jana zirav ketiye, roj bi roj giran dibe. Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê Mehmet Salih Coşkun ê ku Jiyan Alpsar ziyaret kir, anî ziman ku tevî jana zirav nexweşiya çavan jî bi Alpsar re heye, lê ji ber ku tedawiya bi kelemçe lê tê ferzkirin nayê tedawîkirin.
FERZKIRINA TEDAWIYA BI KELEMÇE
Coşkun diyar kir ku Jiyan Alpsar hîn jî di hucreya yekkesî de tê ragirtin û ji ber ku muayeneya bi kelemçe qebûl nake nayê tedawîkirin û wiha pê de çû: “Li ser serlêdana saziya me, me bi girtiyê nexweş Jiyan Alpsar re ku li Girtîgeha Tîpa T a Wanê tê ragirtin hevdîtinek pêk anî. Ji ber ku testa wî ya jana zirav pozîtîf derketiye, ew ji qewîşê derxistine û xistine hucreya yekkesî. Niha di bin karantînayê de ye û tedawî dibîne. Îdareya girtîgehê dibêje tedawî tê kirin, lê di hevdîtina me de Jiyan Alpsar got ku di dema testa xwînê ya heftane de, hem ji aliyê gardiyanan hem jî ji aliyê xebatkarên tenduristiyê ve tedawiya bi kelemçe lê tê ferzkirin. Ew bixwe di lîsteya me ya girtiyên nexweş de ye. Li nexweşxaneya ku ji bo tedawiya çavan hatiye sewqkirin, bijîşk tedawiya bi kelemçe ferz dike. Girtî jî ji ber ku tedawiya bi kelemçe qebûl nake, bêyî ku bê tedawîkirin, vedigerînin girtîgehê. Niha ev pirsgirêk hîn jî didome û nexweşiya çavên wî beredewam e."
‘SÛC DIKIN’
Coşkun destnîşan kir ku divê dawî li van sepnanên hêzên ewlehiyê û xebatkarên tenduristiyê yên li dijî girtiyan were û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Bijîşk û hêzên ewlehiyê li dijî hiqûqê tevdigerin. Xalên Protokoala Stenbolê pir zelal in û Tirkiye jî alîgirê vê protokolê ye. Divê bi taybetî xebatkarên tenduristiyê li gorî vê yekê tevbigerin. Divê bi tu awayî tedawiya bi kelemçe li girtiyan ferz nekin. Hêzên ewlehiyê yên ku girtiyan dibin nexweşxaneyê divê di vê mijarê de baldar bin. Ev sepana ku dikin sûc e. Divê bi tu awayî tedawiya bi kelemçe ferz nekin. Divê girtî di şert û mercên azad de nexweşiya xwe bîne ziman û xebatkarên tenduristiyê jî tedawiyê li gorî wê bike."
MA / Bîlal Babat