STENBOL - Alî Ekber Comert ê CHP’î diyar kir ku pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê tenê bi bêdengbûna çekan çareser nabe û got divê di çarçoveya pêvajoyê de gav bên avêtin.
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku di 27’ê Sibata 2025’an bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, didome. Tevî Tevgera Azadiyê ya Kurd gelek gav avêtiye jî îktîdar bêdeng e û ev jî rê li ber bertekan vedike. Di demên dawî de Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel û Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû bang kirin.
Delegeyê Lijneyê yê CHP’a Stenbolê Alî Ekber Comert, têkildarî pêvajoyê axivî.
Comert, anî ziman ku weke CHP’ê ew meseleya Kurd weke meseleyeke demokrasiyê dibînin û hewceye ev meseleye di bin sîwana Meclisê de were nîqaşkirin û bi hemû derdorên civakê re lihevkirinek çêbibe. Comert, got heke hemwelatiya wekhev pêk were û feraseteke demokratîk a hemû gel û baweriyên cuda bi hev re tê de jiyîn bê avakirin, dê ev pirsgirêk çareser bibe. Comert, got divê dewlemendiya çandî nebe sedema cihêkariyê û dewlet wekhev nêzî tevan bibe.
‘MESELE TENÊ BI BÊDENGBÛNA ÇEKAN ÇARESER NABE’
Bi domdarî Comert anî ziman ku pirsgirêkên li Tirkiyeyê tenê bi bêdengbûna çekan çareser nabe û hewceye gavên demokratîk bên avêtin. Comert, girtina şaredaran û tayînkirina qeyûman bi bîr xist û got di rewşeke wiha de nikarin behsa demokrasiyê bikin. Comert, got neavêtina gavên yasayî baweriya gel dişikîne.
SEPANA QEYÛM
Comert, îşaret bi sepana tayînkirina qeyûm kir û anî ziman ku ev sepan dijdemokratîk ku tenê li bakurê Kurdistanê hebû niha li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye. Comert, bi lêvkir ku ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê hewcehî bi darazeke serbixwe, bidawîkirina sepana qeyûman û rêzgirtina li îradeya hilbijêran heye. Comert, got bêyî azadiya xweîfadekirinê, siyaseta azad û rêgezên dewleta hiqûqê Tirkiye nikare li gorî standartên mafên mirovan ên navneteweyî tevbigere.