Elîf Bulut a ji DEM Partiyê: Armanca sereke ya meşê daxwaza statuyê ye

Parve bike:
ENQERE - Elîf Bulut a ji DEM Partiyê, têkildarî meşa ku partiya wê dê di 16’ê Gulanê de bi dirûşma “Gavek ji bo Aştiyê” li dar bixe axivî û diyar kir ku armanca sereke ya meşê, daxwaza statuya Abdullah Ocalan e.
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), ji bo balê bikişîne ser xitimandina di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, dê di 16’ê Gulanê de li gelek bajarên Tirkiye û Kurdistanê bi hevdemî meşe li dar bixe. Di meşên ku dê bi “Gavek ji bo Aştiyê” werin lidarxistin de, dê daxwaza aştiyê careke din were ziman.
 
Hevberdevka Komîsyona Rêxistinkirinê ya Navendî ya DEM Partiyê Elîf Bulut, girîngiya meşê nirxand û diyar kir ku peyama sereke ya meşê aştî ye û ev tişt got: “Hêviyên civakê nayên pêşwazîkirin û ji ber vê yekê civak dixwaze gavekê şênber bibîne. Ji dema ku pêvajo dest pê kiriye û vir ve me daxwaza xwe ya aştiyê bi hemû beşên civakê re anî ziman. Niha jî di 16’ê mehê de saet di 19.00’an de li hemû bajaran em ê meşên hevpar li dar bixin. Em bang li hemû beşên civakê dikin ku ji bo pêkanîna aştiyê û civaka demokratîk bibin yek deng û ji bo aştiyê bi hev re gavekê bavêjin.”
 
'EM HEWL DIDIN HER BEŞÊ TEVLÎ PÊVAJOYÊ BIKIN'
 
Elîf Bulutê diyar kir ku ew hewl didin hemû beşan tevli meşê bikin û wiha axivî: “Heke em karibin hemû beş û gelên ku ji bo aştî, azadî, edalet û demokrasiyê têdikoşin tevli bikin, em ê di hedefa civakîkirina pêvajoyê de gaveke mezin a din bavêjin. Me ev xebat bi rengekî kolektîf bi her kesî re kir. Me bi her kesî re hevdîtin kir, em çûn cem her kesî, me guhdar kir û me hewl da fêm bikin û bidin fêmkirin. Daxwaza sereke û herî girîng a meşê qebûlkirina statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.”
 
'GEL DIXWAZE BIBÎNE BÊ KA ÇI TÊ PLAN KIRIN'
 
Elîf Bulutê diyar kir ku divê pêşnûmeqanûnên ku li gorî pêşniyarên Komîsyona Meclisê hatine amadekirin, di bin banê Meclisê de werin nîqaşkirin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Pêşnûmeyek çawa pêşkêşî rojeva gel tê kirin, di dema pêş de çi tê plankirin, divê ev werin aşkerakirin. Hem gel û hem jî beşên muxalif ên di vê qadê de têdikoşin dixwazin vê bibînin. Em dixwazin vê pêşnûmeyê hîn bibin û li gorî wê xebatekê bikin. Li qadan, kolanan, sûk û malan, em li her derê wateya vê meşê vedibêjin. Em destnîşan dikin ku daxwazên me yên aştiyê tenê bi îfadekirineke xurt û hevpar dikarin bersivê bibînin. Di çalakiyên vê hefteyê de dê meş û daxwaz ji beşên civakê re werin vegotin û xebat dê bi rengekî ku hemû beşên civakê li xwe bigire berdewam bikin.”
 
MA / Omer Gungor