Binpêkirinên li girtîgehan: Veşartina beriya mirinê ye

Parve bike:
HATAY - Endama Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD’ê Mehtap Sertê diyar kir ku li girtîgehên Hatay û Îskenderûnê gihîştina xizmetên tenduristiyê tê astengkirin û got: “Nexweşbûna li girtîgehên Hatay û Îskenderûnê mîna veşartina bi saxî ye.”
 
Li girtîgehan tedawiya girtiyên nexweş tê astengkirin û binpêkirin roj bi roj zêde dibin. Endama Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Parêzer Mehtap Sertê têkildarî binpêkirinên li girtîgehên Hatay û Îskenderûnê axivî.
 
Mehtap Sertê anî ziman ku li Girtîgeha Zarokan a Hatayê 5 girtiyên nexweş hene û yek ji van nexweşiya wî ya derûnî du girtî nexweşên çerm û çav û yek jî nexweşê şejerê ye û li Girtîgeha Îskenderûnê jî 4 girtiyên nexweş hene ji wan jê girtiyek ji sedî 70 çavê wî nabîne, yek ampute ye û ev tişt got: “Du girtî xwedî rapora nikarin bi tena serê xwe binînin in, lêbelê di hucreyan de tên ragirtin.” 
 
TEDAWÎ NAYÊ KIRIN
 
Mehtap Sertê anî ziman ku li girtîgehan nexweşiyên çerm, çav û enfeksiyonê zêde ne û li girtîgehan bijîşkên pispor kêm in û wiha pê de çû: “Bijîşkên li revîrê dixebitin gelek jê ne pispor in. Girtî ji bo nexweşxaneyan nayên sewqkirin. Teşxîs û tedawiya rast nayê kirin û mekanîzmayek kontrolê jî nîn e. Carna cendirme carna jî bijîşk tedawiya bi kelemçe ferz dikin û sepana lêgerîna nava dev hêj berdewam dike. Derman di wextê de naghîje girtiyan. Hejmara girtiyên li qawişan zêde ye û girtî li erdê radizên.”
 
GIRTIYÊN NEXWEŞ
 
Mehtap Sertê diyar kir ku girtiyên nexweş ên giran tehliyeya wan tê astengkirin û raporên ku nexweşxaneyên dewletê dane nayên qebûlkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rexmê rapora nexweşxaneya dewletê, rapora ATK’ê dixwazin. Tiba Edlî li gorî cureyê sûc nêzî girtiyan dibe. Ji bo girtiyekê 80 salî yê ji doza PKK’ê girtî, re got ‘kalbûn nîn e’ lêbelê rapor da girtiyekê 70 salî yê ji komên cîhadîst û tehliye kir. Divê girtiyên nexweş ên giran bên tehliyekirin. Nexweşbûna li girtîgehên Hatay û Îskenderûnê mîna veşartina bi saxî ye.”
 
MA / Hamdullah Yagiz Kesen