Li Giyandînê dîwana dengbêjan hate danîn
- Çand û Huner
- |
- 13 Gulan 2026 15:04
- |
AGIRÎ - Li Giyadînê di dîwana ku bi munasebeta Cejna Zimanê Kurdî hate danîn de giringiya zimanê dayikê hate destnîşankirin.
Ji aliyê Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Ziman û Çandê ya Kurdî-Zan Ararat û Şaredariya Giyadînê şahiya dengbêjan hate lidarxistin. Tevî Parlementera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Agirî Nejla Demîr, nûnerên saziyên civakî û gelek welatî beşdarî şahiyê bûn. Di şahiya ku li Hêwana Mudiriyetaa Çand û Xebatên Civakî ya Şaredariya Giyadînê hate lidarxistin de pankarta “Zimanê me rûmeta me ye” hate daliqandin.
Hevseroka Kurdî-Zanê Dîcle Bozkurt di şahiyê de axivî, 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û got divê Kurdî li her qada jiyanê de bijî.
Pitre Parlamentera DEM Partiyê ya Agirî Nejla Demîr, bal kişand ser parastin û giringiya zimanê Kurdî û anî ziman ku gelê Kurd bi sedsalan ji bo çanda xwe têkoşiyane û ev tişt got: “Îro jî divê em xwedî li zimanê xwe derkevin û zimanê xwe bidin jiyîn.”
Piştî axaftinan, şahiyê dest pê kir û dengbêj derketin ser dikê û klamên xwe stirîn. Piştî klaman bername bi gerandina govendê bi dawî bû.