Li Bolûyê berdana 3 girtiyên zêdetirî 30 sal in girtî, hat taloqkirin

Parve bike:

BOLÛ - Li Girtîgeha Bolûyê berdana 3 girtiyên zêdetirî 30 sal in girtî ne, hat taloqkirin. 

 
Li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê, Lijneya Îdare û Çavdêriyê bernda Ahmed Abdî İbrahim û Tûncay Dogan ê 32 sal in girtî ne û Nûrettîn Ataman ê 33 sal û 4 meh in girtî ye 6 mehan taloq kir. 
 
Bi vê re berdana Ahmed Abdî İbrahim cara 7'an, berdana Nûrettîn Ataman cara 9'an û berdana Tûncay Dogan hî cara 5'an hat taloqkirin.