Daxwaza Kemal Kiliçdaroglu ya komcivînê nehat qebûlkirin
- Polîtîka
- |
- 8 Hezîran 2026 16:19
- |
ENQERE- Rêveberiya CHP'ê daxwaza Kemal Kiliçdaroglu ya komcivînê red kir. Her wiha Kemal Kiliçdaroglu ji bo komcivînê serî li Serokatiya Meclîsê jî dabû û Serokatiya Meclîsê hê jî biryar nedaye.
Rêveberiya Koma CHP'ê daxwaza komcivînê ya Kemal Kiliçdaroglu ku bi biryara “Batalkirina teqez” weke Serokê Giştî yê CHP'ê hatibû tayînkirin, red kir. Kemal Kiliçdaroglu di heman demê de ji bo komcivînê serî li Serokatiya Meclîsê dabû û Serokatiya Meclîsê dê çi biryar bide hê ne diyar e. Parlamenterê CHP'ê Huseyîn Yildiz ji bo komcivînê serî li amirtiya CHPê dabû. Rêveberiya Koma CHPê ew daxwaz red kir.
Her wiha Ozgur Ozel jî îro ragihand ku ew ê sibê komcivîna partiyê li dar bixe.