Kiliçdaroglû ji bo komcivînê serî li Serokatiya Meclisê da

Parve bike:
ENQERE - Kemal Kiliçdaroglû ku daxwaza wî ya komcivîna heftane ya CHP'ê ji aliyê Rêveberiya Koma CHP'ê ve nehat qebûlkirin, serî li Serokatiya Meclisê da. 
 
Rêveberiya Kemal Kiliçdaroglû ya bi biryara "betalkirina teqez" tayinî CHP'ê hat kirin, ji bo komcivîna partiyê ya heftane serî li Serokatiya Meclisê da. Rêveberiya Kiliçdaoglû îdia kir ku ji bo komcivînê serî li Koma Meclisê ya CHP'ê nedaye. 
 
 
Rêveberiya Koma CHP'ê, ragihandibû ku rêveberiya Kiliçdaroglû serlêdan kiriye lê serlêdana wî nehatiye qebûlkirin.