NAVENDA NÛÇEYAN - TevÇand a Ewropayê der barê "bûyera alayê" de ku di 6'ê Hezîranê de li konsera hunermend Hozan Diyar a li Stuttgart a Almanyayê qewimî, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
TevÇand a Ewropayê der barê "bûyera alayê" de ku di 6'ê Hezîranê de li konsera hunermend Hozan Diyar a li Stuttgart a Almanyayê qewimî, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku kampanyaya rêxistinkirî ya li dijî Hunermend Hozan Diyar Dersim hatiye destpêkirin û hat gotin ku ev yek tenê ne Hozan Diyar, têkoşîna azadiyê jî hedef digire.
Daxuyaniya TevÇandê bi vî rengî ye:
"Ev du roj in ku kampanyeke organizekirî li dijî hunermendê me Diyar Dêrsim dimeşe. Di şexsê Diyar Dersîm tekoşîna azadiyê jî hedef tê nîşandin.
Divê bê zanîn, ev ne cara yekê ye ku provaksyonên bi vî awahî organizekirî pêk tên. Berî wê bi rojekê xwestin heman provaksyonê di konsera hunermendê me Kawa de jî bikin. Îroj hevalê me Diyar, eşkere kir bê çawa û kê ew lîstik kirine.
Di demeke wiha de ku di heman rojê de kongreya Neteweyî ya Kurdistanê li hev civiya û banga yekbûna neteweyî hat kirin, provaksyonên weha tenê di xizmeta wan kesan de ne ku naxwazin yekbûneke neteweyî hebe.
Provaksyonê sînorê medyaya sanal derbas kir û hinek kanalên televizyoyên Başûrê Kurdistanê bi awayekî yekalî û bêyî rastî nîşan bidin tevlî kampanyaya reşkirinê bûn, bi qasî ku cihê xemgîniyê ye, weha jî cihê gumanan e.
Di demeke wiha de ku pêwîstiya me bi yekbûnê heye, divê bê zanîn ku huner jî hunermendîtiya Kurd jî xizmetê vê yekê dike û wê kesayet û hewldanên hesabên erzan vala derxîne. Careke din em bi tundî wan helwestan û eniyên provakasyonê û niyeta wan ya xerab şermezar dikin."