MÛŞ - Hevserokê DBP’ê yê Mûşê Parêzer Umut Yilmaz got: “Mijara ku em jê re dibêjin mafê hêviyê, li şûna ku di qadên navneteweyî de bibe mijara bazarê, divê bi perspektîfa mafên mirovan ji cihekî berfirehtir bibe mijara şîrovekirinê.”
Tevî ku di ser banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibata 2025’an re demekê dirêj derbas bûye jî, aliyê desthilatê gavên ku bibin bersiva bidin gavên dîrokî yên Tevgera Azadiyê ya Kurd neavêtin. Di nava raya giştî de nîqaşên der barê statu û mercên xebatê yên Abdullah Ocalan de berdewam dikin, aliyê desthilatê li şûna ku di vî warî de gavan baveje, tenê diaxive. Rexmê ku Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî piştî destpêkirina pêvajoyê di demeke kurt de mijara “mafê hêviyê” anîbû ziman jî, neavêtina gavan dibe sedema xurtbûna nîqaşan û li gel nîqaşên verastkirina qanûnî bendewariyên cemaweriyê yên der barê pêvajoyê de jî zêde dibin.
‘DIVÊ MIJARA STATUYÊ BÊ ÇARESERKIRIN’
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Mûşê Parêzer Umut Yilmaz destnîşan kir ku ji bo ji holê rakirina binpêkirina mafên mirovan bendewariya ji “mafê hêviyê” zêde ye û diyar kir ku ger Tirkiye bi statukoya heyî nêzî mijarê bibe, wê careke din qedexeya îşkenceyê binpê bike. Yılmaz anî ziman ku tevî daxuyaniyên desthilatê di şert û mercên Abdullah Ocalan de tu guhertin çênebûye û ev tişt got: "Ji bo çareserkirina pirsgirêkê, divê rêyên ragihandinê yên muxatabê sereke ku hewl dide pirsgirêkê çareser bike, bên vekirin. Divê van mijaran bi rojnamevanan re nîqaş bike. Divê van mijaran bi civaka sivîl a cîhanê re nîqaş bike. Mijarek ku rê li ber van nîqaşan vebike hîn ne di rojevê de ye. Di xebatên ku em li qadê dikin de wekî pirsgirêka herî mezin vê yekê dibînin. Rewşa rêzdar Ocalan bandorê li baweriya pêvajoyê jî dike. Ji bo pêşdeçûna pêvajoya heyî, divê mijara statuyê bê çareserkirin."
'DIVÊ DESTHILAT DEMOKRATÎK BIFIKIRE'
Yilmaz anî ziman ku çareseriya pirsgrêka Kurd bi demokratîkkirina Tirkiyeyê pêkan e û diyar kir ku operasyonên desthilatê yên li ser muxalefet û şaredariyan di nava civakê de bûye sedema nerazîbûnê û wiha pê de çû: “Mafê hêviyê, li şûna ku di qadên navneteweyî de bibe mijara bazarê, divê bi perspektîfa mafên mirovan ji cihekî berfirehtir bibe mijara şîrovekirinê. Dema ku mijar dibe hiqûq, divê mirov bi dualî nêzîk nebe. Destûra Bingehîn jixwe berdewamiya Destura Bingehîn a darbeyê ye. Qanûnên wê bersivê nadin tu tiştî. Biryarên binpêkirinê yên ku DMME û Dadgeha Destûra Bingehîn dane hene. Aşkere ye ku verastkirineke sîstematîk hewce ye. Bendewariya civakê ji mekanîzmaya siyasetê ew e ku dema siyasetê dike, siyaseta ji bo aştiyê bike. Dema ku gotinek tê gotin, divê gotina aştiyê bê vegotin. Xebatên ku ruhê serdema nû nîşan bidin hewce ne."