Di ‘Mitînga Azadiyê’ de Koma Agirê Jiyan û Tara Mamedova dê derkevin ser dikê

Parve bike:

STENBOL - “Mitînga Azadiyê” ya ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, dê Koma Agirê Jiyan û Tara Mamodova derkevin ser dikê.

 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dê di 28’ê Hezîranê de li Qada Bagcilarê “Mitînga Azadiyê” li dar bixe. Mitînga ku dê bi dirûşma “Bi civaka demokeratîk re ber bi azadiyê” bê lidarxistin, dê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan beşdar bibin. 
 
Navên hunermendên ku dê di  mitîngêde konsertê bidin jî diyar bûn. Koma Agirê Jiyan û hunermend Tara Mamedova dê di mitîngê de konsertê bidin.