Şandeya Îmraliyê bi Kurtulmuş re civiya

Parve bike:

ENQERE - Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Nûman Kurtulmuş re civiya.

 
Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Percîn Buldan, Mîthat Sancar bi Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş re civiyan.
 
Di civînê xebatên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê, hevdîtinên bi partiyên siyasî û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hatin gotûbêjkirin. 
 
Di hevdîtinê de hat destnîşankirin ku ji bo pêvajo derbasî qonaxekî din bibe, divê li parlamento xebatên pêwîst bên kirin û guhertinên qanûnî bikevin pratîkê.