Li Amedê nexweşxane mirovan nexweş dikin!

Parve bike:

AMED – Li nexweşxaneyên Amedê ji nexebitîna klîmayan heta paqijiyê, ji rêzên dirêj heta randevûyên taloqî salekê tên kirin gelek pirsgirêk li benda çareserkirinê ne.

Pergala tenduristiyê li Amedê roj bi roj xirabtir dibe. Li Amedê ku nifûsa wê ji du milyonî zêdetir e, nexweşxaneyên heyî nikarin pêdiviyên nexweşan bicîh bînin. Bingeha van pirsgirêkan polîtîkayên tenduristiyê yên desthilatê ne. Li nexweşxaneyan gelek mirov dikevin dorê, randevû bi qasî salekê tên taloqkirin, klîma naxebitin, her bijîşkek li gelek nexweşan mêze dike. Tevî bangên ji bo çareserkirina pirsgirêkan jî, ev pirsgirêk her diçe kûrtir dibin.
 
Endamê Şaxê Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê û Xizmetên Civakî (SES) a Amedê Eyup Ay, li ser rewşa nexweşxaneyên li Amedê axivî. 
 
Ay diyar kir ku bi desthilata AKP'ê re li şûna liyaqatê çandeke bîadê serdest bûye û got ku ev yek di serî de li nexweşxaneyan di gelek xizmetê cemaweriyê de dibin sedema kêmasiyan. Ay da zanîn ku klîmayên ku zivistanê naxebitin, havînê jî naxebitin. 
 
Ay bal kişand ser qerebalixiya li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê û diyar kir ku şert û mercên fizîkî yên niha yên nexweşxaneyê rê li ber pêşkêşkirina xizmetên tenduristiyê digirin. Ay got: "Her çend jîngeha fizîkî ya nexweşxaneyê di destpêkê de firehtir bû jî, îro wan bi danîna dabeşan li her quncikê û quncikeke berdest ode çêkirine. Ev encama polîtîkayek e ku ji hêla rêvebiran ve hatiye çêkirin da ku xwe li ber dilê meqamên bilind xweş bikin. Binesaziya fizîkî ya nexweşxaneyê hewceyê başkirinê ye. Ji roja ku vebûye ve her tim nûjenkirin heye, lê pirsgirêk nehatine çareserkirin."
 
‘PERGAL BIJÎŞKAN VEDIGUHERÎNE ROBOTAN'
 
Ay, bi balkişandina ser wê yekê ku pergalên klîmayê hem di havîn û hem jî di zivistanê de bi pirsgirêk in û dibin sedema zêdebûna enfeksiyonên ku di nexweşxaneyê de tên wergirtin, got: "Ev rewş ji bo zêdebûna mîkroorganîzmayan di nexweşxaneyê de hawîrdoreke guncawtir diafirîne. Ev nebûna pêşbînîkirinê der barê sîstemên hewakirinê de tenduristiya hem xebatkarên tenduristiyê û hem jî nexweşan bi giranî dixe xetereyê. Em vê rewşê wekî encameke nêzîkatiyeke rêveberiya bêkêr di tenduristiyê de dibînin."
 
Ay, bi destnîşankirina ku xebatkarên tenduristiyê di bin barên giran de dixebitin, diyar kir ku hejmara nexweşên rojane yên ku bijîşk pê re rû bi rû dimîne, ne gengaz dike ku xizmetên tenduristiyê yên bi bandor peyda bike. Ay got: "Ger bijîşkek rojane li 100 nexweşan binêre, dê neheqiyeke mezin be ku meriv ji wan karîgeriyê hêvî bike. Mirov pir caran dibêjin ku 'bijîşk bêxem in.' Sedema vê yekê ne kêmbûna eleqeya bijîşkan e, sedem ew e ku pergala heyî wan vediguherîne robotan e."
 
Ay diyar kir ku polîtîkayên tenduristiyê yên heyî gel û kedkarên tenduristiyê bera hev dide û got: "Em bi pergaleke ku tenduristiyê nayne re rû bi rû ne. Ev pergal ne tenduristiya gel, hewl dide polîtîkayên tenduristiyê yên desthilatê baş nîşan bide." 
 
Her wiha Ay destnîşan kir ku tim guherandina rêveberan jî pirsgirêkan girantir dike û got ku wekî sendîka rêveberên ku ew hevdîtinê bi wan re dikin di demeke kurt de diguherin.