Şukran Aydin: Bendewariya me ji dewletê aşkerakirina rastiyê û edalet e

Parve bike:

AMED - Hevjîna Vedat Aydin Şukran Aydine anî ziman ku hevjînê wê ji aliyê dewletê ve hatî qetilkirin û got: “Em ji dewletê tezmînat an titşek madî naxwazin, em aşkerakirina rastiyê û edaletê dixwazin.”

 
Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) ê Amedê Vedat Aydin ê ku ji aliyê JÎTEM’ê ve hat qetilkirin û li li Amedê li Lîseya Ziya Gokalp tevî 12 hevalên xwe hatibûn avêtin, perwerdeya xwe ya lîseyê li navçeya Qoser a Mêrdînê bi dawî kir.
 
Aydin ê ku dema darbeya 12’yê Îlona 1980’an a Kenan Evren di nava xebatên Komeleyên Şoreşgerên Demokrat ên Kurd (DDKD) de dixebitî, piştî îşkenceya 90 rojî hat girtin û 4 salan li girtîgehê hat ragirtin. Aydin ê ku piştî girtîgehê têkoşîna xwe berdewam kir, tevî komek rewşenbîrên Kurd di damezirandina Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih girt. Aydin ê ku ji bo Lijneya Rêveber a Şaxa ÎHD’a Amedê hat hilbijartin. Aydin di 28’ê Cotmeha 1990’î de, li Enqereyê ji ber axaftina Kurdî ya li Civîna Giştî ya ÎHD’e hat girtin. Aydin ê ku di danişînê bi parastina Kurdî hat nasîn, piştî 4 meh li girtîgehê hat ragirtin, di Îlona 1990’î de bû Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û di Hezîrana 1991’ê de jî bû Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) a Amedê. 
 
NÎVÊ ŞEVÊ JI MALÊ BIRIN
 
Aydin ê ku ji ber axaftina bi Kurdî hat girtin û piştî tehliyeyê ji hevjîna xwe Şukran Aydinê re got: “Ji ber axaftina bi Kurdî min girtin, min parastin bi Kurdî kir, min tehliye kirin. Wateya vê çi ye? Dê min ji holê rakin.” Piştre, di 5’ê Tîrmeha 1991’e de 3 kesên ku xwe wek polîsa da nasîn û hat zanîn ku erkdarên JÎTEM’ê ne bi hinceta “îfadeya te heye” Aydin nîvê eşvê ji mal girtin. Piştî binçavkirinê parêzerê Aydin, serî li Mudiriyeta Emniyetê da, lêbelê jê re hat gotin ku Vedat Aydin ne li emniyetê ye. Roja din hevjina wî û parêzerê wî serî li hemû saziyên îdarî, edlî û leşkerî yên li bajêr da. Lêbelê rayedaran ji wan re gotin “agahiya me nîn e.”
 
Aydin ê ku di 38 salî bû û bi îşkenceyê hatibû qetilirin, bi agahdarkirina rojnamevanekî, cenazeyê wî di 7’ê Tîrmeha 1991’an de li Goristana Madenê ya li ser rêya Erxenî-Madenê hat dîtin. Derket holê ku Aydin ê ku şopên îşkenceyê li ser cenazeyê wî hebû wek “kesê nasnameya wî nediyar” hatî definkirin. Cenazeyê Aydin ê ku malbata wî di 10’ê Tîrmeha 1991’ê de girt, hat xwestin bi beşdariya deh hezaran li Goristana Derê Mêrdîn a Amedê bê definkirin. Lêbelê polîsan êrişî meşa girseyî kir û 8 kesan jiyana xwe ji dest da, bi dehan kes jî birîndar bûn. Rexmê êrişa polîsan, cenazeyê Aydin bi merasîmek girseyî hat definkirin. 
 
Hevjîna Vedat Aydin Şukran Aydin a ku têkildarî qetilkirin û êrişa li dijî cenaze axivî, diyar kir ku Vedat Aydin ji ber xebatên di nava têkoşîna gelê Kurd e bextewer bû û got: “Daxwaza Vedat a dewlemendbûn, mercên jiyana konfor û wesayîtê nebû. Tenê daxwaza wî azadiya gelê Kurd bû.”
 
HER TIM GEF LÊ DIHAT XWARIN
 
Şukran Aydinê anî ziman ku her tim gef li Aydin dihat xwarin û wiha pê de çû: “Ji ber axaftina bi Kurdî zext lê hat kirin, tevî ku li dadgehê Kurdî axivî serbest hat berdan. Vedat piştî serbest hat berdan ji min re got ‘biryara tunekirina min dane, nexwe ji ber parastina bi Kurdî dê min serbest benedane’. Piştî çend rojan Vedat ji aliyê çend kesên bi maske û di destê wan de bitêl hat binçavkirin. Beriya ji malê dekeve got ‘ji sedî 99 mirin e, ji sedî 1 belkî ez werim, ger ez nehatim zarok amanetê te ne’. Jixwe piştî du rojan xebeta nexweş hat. Tenê ji ber Kurdbûn û axaftina bi Kurdî bû hedef. Derdora wî got biçe Ewropyaê ger li vir bimîne dê bê kuştin. Lêbelê wî got ‘ez naçim, heke dê min bikujin bila di welatê min de, min bikujin’. Ciwanên Kurd ji min biqîmettir in. Mirina min dê ji zindîbûna min feydetir be.”
 
CENAZE HATIBÛ PARÇEKIRIN
 
Şukran Aydinê qala pêvajoya cenaze kir û got: “Cenaze bi derengî radestî me kirin. Em di bin zextek giran de bûn. Derdora cenazeyê Vedat bi hezaran leşkerên bi maske û bi çek hatibûn bicihkirin. Dema min xwest ez biçim ser cenaze, yên li hinde min gotin tuyê bigirî û nehiştin. Lêbelê min soz da wan ku ez ê negirîm û bertek nîşan nedim. Jixwe rondikên min ziwa bûbûn. Dema min li cenaze nihêrî, Vedat parçe parçe bûbû.”
 
ÊRIŞA LI SER CENAZE
 
Şukran Aydinê diyar kir ku beşdariya merasîma cenaze xurt bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Vedat ji bo gelê Kurd û Tevgera Azadiyê gelek ked da. Ji ber vê me xwest em bi merasîmek layiqê wî ve oxist bikin. Ji bo oxirkirina Vedat bi hezaran mirov hatibûn. Beriya em Vedat defin bikin, êrişî me kirin. Leşkerên ku ji bajarên din ji bo piştgiriyê hatibûn, êrişî me kirin. Li ser cenaze ji me gelek birîndar bûn, şehît bûn. Tu kesê goristan terk nekir. Kesên ku wê rojê qetlîam pêk anîn, nehatin darizandin.”
 
‘EM DIXWAZIN RASTÎ BÊ AŞKERAKIRIN’
 
Şukran Aydinê qala Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir û anî ziman ku rexmî pêvajoyê hêj tu gav nehatin avêtin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Ez hêvîdar im aştî bi ser bikeve. Ger pêvajoya aştiyê pêk bê, dosyayên ku ew jê re dibêjin ‘kiryar nediyar’ lê kiryar diyar dê bibin sernavên bingehîn ên muzakereyê. Nexwe aştî dê kêm bimîne. Gelek kes ên ji kolan û ji malan birin hêj winda ne. Bila êdî dewlet qebûl bike. Ev projeya wan e. Kujerê me dewlet e û ji bo vê jî divê lêborînê bixwaze. Em ji dewletê tezmînat an titşek madî naxwazin, em aşkerakirina rastiyê û edaletê dixwazin.”