ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2026'AN
- Rojane
- |
- 11 Tîrmeh 2026 09:00
- |
*Ji bo aliyên teknîkî û lojîstîkî yên "festîvala çandî" ya ku dê li Wanê bi budçeyeke nêzîkî 800 mîlyon TL'yî bê lidarxistin, îhale ji ajanseke alîgir re hatiye dayîn. Her wiha di bernameyê de tu çalakiyên ku çanda bajêr nîşan didin tune ne û hunermendên Kurd nehatine vexwandin.
* Gola Bûyerê ku ji bo Elewîtiyê cihekî girîng e, bi xwezaya xwe balê dikişîne.
* Mesut Yurtsever ê ji Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê nameyek şand, bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehê û ragihand ku berdana girtiyên bi navê Omer Okul û Huseyin Yildirim ku 32 sal in girtî ne, hatiye astengkirin.
* Li Amed, Îzmîr û li Êlihê dê çalakaiya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bê darizandin” berdewam bike. (12.00)
* Dayikên Şemiyê ji bo pirsa aqûbeta windakiriyan û darizandina berpirsan dê çalakiya xwe ya heftaneya ya 1107’emîn li Qada Galatasaray a li Beyoglu li dar bixin. (12.00)
* Li Enqere û li Stenbolê têkildarî girtiyên nexweş dê daxuyanî bê dayîn. (13.00)
* Nobeda li dijî projeya JES'ê ya li Gimgimê dö dı roja 63'yemîn de bidome. (12.00-21.00)