MÛŞ - Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tuncel derbarê qanûna ku bi navê “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” dê bê derxistin de axivî û got qanûn di mijara vekirina rêya siyaseteke demokratîk de gava yekem e.
Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibata 2025'an de ya ji bo "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk", yek ji bendewariyên herî mezin ên civakê gavên derbarê aliyê hiqûqî yê pêvajoyê de bûn. Pêşnûmeya ku mijara wê verastkirinên qanûnî ne û bi navê "Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekparebûna Civakî" hat ragihandin û ji 12 xalan pêk tê, di 5'ê Tebaxê de pêşkêşî Meclisê hat kirin. Qanûna ku Abdullah Ocalan wekî "Gava yekem a rêya hezar kîlometrî" pênase kiribû, di çarçoveya pêvajoyê de wekî gava yekem tê qebûlkirin. Civak, bi daxuyandina qanûnê re, daxwazên xwe yên ji bo berfirehkirina çarçoveya wê ya ji bo vekirina rêya siyaseteke demokratîk tîne ziman.
Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tuncel ku derbarê qanûna çarçoveyî ya ku ji mêj ve dihat payîn û di 5'ê Tebaxê de pêşkêşî Meclisê hat kirin de axivî û diyar kir ku qanûn gava hiqûqî ya yekem e di pêvajoyê de.
'TENÊ DERKETINA QANÛNÊ TÊR NÎNE'
Sebahat Tuncel, pêvajoyên çareserî û diyalogê yên berê yên derbarê meseleya Kurd de bi bîr xist û diyar kir ku ji ber nebûna niyeta dewletê ya ji bo çareserkirina pirsgirêkê, pêvajo bi ser neketine. Sebahat Tuncel girtina li dijî siyasetmedarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî bi bîr xist û ev tişt got: "Li pey wê pêvajoyek hat jiyîn ku rejîma qeyûm ket devrê û li Îmraliyê tecrîd û îzolasyona mutlaq hat sepandin. Di qonaxa ku niha de dewlet, bi refleksa hevpar a bi giştî biryarê dide. Bi banga Devlet Bahçelî ya ji bo rêzdar Ocalan ku bê û siyasetê bike, nêzîkatiya çareserkirina siyasî ya pirsgirêkê nîşan da. Cara yekem di pratîkê de bersiva xwe dît. Komisyona ku li Meclisê hat ava kirin, li pey wê bi qanûna çarçoveyî re destpêk hat kirin. Ya giring sepandina piştî vê ye. Tenê derketina qanûnê jî têr nîne. Pêdivî bi sepandina vê qanûnê û di pratîkê de bi avêtina gavên demokratîk heye ku dê biçin ber bi çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd. Lê ji bo ku destpêkek e, ji bo dawîanîna li têkoşîna çekdarî û vekirina qada ji siyaseteke demokratîk re giring e. Di nav dewletê de hîn jî nêzîkatiya li ser çareserkirina pirsgirêka Kurd ne zelal e. Geşedanên li Rojhilata Navîn, rewşa krîza piralî ku Tirkiye ketiye navê, tîfaqeke bi Kurdan re kir mecbûrî. Ji ber vê yekê bandora vê di destpêkirina van muzakereyan de jî heye. Di encamê de nîqaşkirina qanûnê di parlamentoyê de giring e. Dê di nava çend rojan de dê li Meclisê bibe qanûn. Qonaxa piştî wê jî dê bibe faktoreke giring."
'DIVÊ JIN DI PÊVAJOYA ŞOPANDINÊ DE CIH BIGIRIN'
Sebahat Tuncelê destnîşan kir divê dewlet qadê ji siyaseteke demokratîk re veke û diyar kir ku tevgera siyasî ya Kurd rê û rêbaza xwe yê têkoşînê guhartiye. Sebahat Tuncelê ku bal kişand ser têkoşîna jinan a ji bo wekhevî, demokrasi û azadiyê û wiha pê de çû: "Em ji aliyekî ve têkoşîna jinan a wekhevî û azadiyê dikin, ji aliyê din ve jî hewl didin pêkanîna aştiyê geş bikin. Di çarçoveya vê pêvajoyê de Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aşitiyê Heye jî di komisyona Meclisê de nêrînên xwe anîn ziman. Tenê nêrînên xwe yên li ser jinan neanîn ziman. Mînak TMK (Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê) bê rakirin. Heta ku TMK hebe ne pêkan e azadiya raman, îfade û çalakiyê hebe. Divê êdî xebatên siyasî wek sûc neyên hesibandin. Dawî li qeyûman bê anîn, demokrasi bê avakirin. Ev di heman demê de daxwaza jinan e jî. Hem TJA hem jî Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aşitiyê Heye di daxuyaniya xwe ya derbarê pêvajoyê de diyar kirin ku divê di pêvajoya muzakereyê de jin cih bisgirin. Divê jin teqez di lijneyên şopandinê de cih bigirin. Divê helbet cih bidin nêrîn û pêşniyarên jinan."
'GAVA YEKEM A RÊYA HEZAR KÎLOMETRÎ'
Sebahat Tuncelê anî ziman ku her kes qanûna çarçoveyî ji çarçoveya xwe nirxîne û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Heke van daxwazên me hebin, divê em vê birêxistin bikin. Divê em têkoşînê xurt bikin. Ev ne qanûna dawîbûnê ye ne jî qanûna ku her tişt çareser dike. Divê pênasekirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku 'gava yekem a rêya hezar kîlometrî' di bîrê de be. Nexwe di vê qanûnê de nebûna azadiya rêzdar Ocalan ji bo Kurdan pirsgirêk e. Mafê hêviyê nahewîne. Di mijara çareserkirina pirsgirêka Kurd de bi temamî pênase nake ka dê çi bê kirin. Ji ber ku ev qanûn vê îfade nake. Lê di pêvajoya piştî vê de ji bo sepandina van erk dikeve ser milê me hemûyan."
MA / Can Kirbaş