Nivîskarên Kurd: Dê bi aştiyê re rê li ber huner û wêjeyê jî vebibe
- Rojane
- |
- 11 Tebax 2026 12:20
- |
BEDLÎS- Nivîskarên Kurd ku me di 58'emîn Mihrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê de bi wan re axivî, destnîşan kirin ku qanûna çerçeve gaveke girîng e û gotin ku dibe ku di pêş de gavên erênî bên avêtin.
Nivîskarên ku beşdarî 58'emîn Mihrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê bûn, qanûna çerçeve ya di çaçroveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de berpêşî Meclisê hat kirin şîrove kirin.
Nivîskaran diyar kir ku gelek aliyên wê yên kêm hene, lê ji ber gaveke erênî ye girîng e û gotin: "Ji ber ku dê mirov xwe azadtir û aramtir hîs bikin, dê bêtir li ser wêjeyê, hunerê û çandê hûr bibin."
MA/ Ozlem Yacan