Ji NY'yê der barê qanûna çarçoveyî de daxuyanî: Em piştgiriyê didin
- Cîhan
- |
- 12 Tebax 2026 14:24
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Neteweyên Yekbûyî, têkildarî pêvajoya çareseriyê de daxuyaniyeke piştgiriyê da.
Neteweyên Yekbûyî (NY), têkildarî pêvajoya ji bo çareserkirina meseleya Kurd û bidawîanîna pevçûna çekdarî, daxuyaniyek da.
Cîgirê Berdevkiya Sekreteriya Giştî ya NY'yê Farhan Haq, di civîna çapemeniyê li Navenda Giştî ya NY'yê ya li newyorkê de, pirsen têkildarî "Qanûna Hevgirtina Neteweyî û Xurtkirina Yekparebûna Civakî" de bersivandin.
Haq diyar kir ku ew pêvajoyê dişopînin û li metna qanûnê meze kirine. Haq got: "Em piştgiriyê didin hemû gavên hikûmeta Tirkiyeyê yên di warê aştiya bi PKK'ê û hemû komên Kurdan re avêtiye."