‘Sakîne Cansiz yek ji jinên herî bibandor bû' 2025-01-08 09:31:37 STENBOL - Eren Keskînê diyar kir ku Sakîne Cansiz a li Parîsê hat qetilkirin yek ji jinên herî bibandor bû û wiha got: “Her tim behsa aştiyê û têkoşîna aştiyê dikir. Ez ji fikr û têkoşîna wê ya ji bo mafên jinan û li dijî desthilatdariya mêr gelekî bandor bûm." Di ser qetilkirina siyasetmedarên jin Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Rohanî) yên li Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ya li Parîsê hatin qetilkirin, 12 sal derbas bûn. Tevî ku têkiliya MÎT'ê ya kujer Omer Guney ê di girtîgehê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da, hat aşkerakirin jî, dosyeya qetlîamê ya ku 12 sal in derneketiye holê hê jî di refên daraza Fransayê de ye.     Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Parêzer Eren Keskînê têkildarî Sakîne Cansiz a ku di sala 1991'ê de li buroya xwe wê nas kir û di serdana xwe ya li Ewropayê de pê re hevdîtin pêk dianî û têkoşîna wê axivî.   JI JINÊN HERÎ BIBANDOR   Eren Keskînê diyar kir ku Sakîne Cansiz a di sala 1991'ê de ji girtîgehê derketiye serdana ofîsên wan kiriye û got: "Ji dema ku ew ket buroyê, min dît ku awayekî wê ya cuda heye û her kesî bandor dike. Ew bi rastî yek ji jinên herî bibandor bû ku min ew nas kirine. Ji gava ku ew hat ofîsa me, me bi kesayeta wê ya dostane hema hema li ser her mijarê sohbet kir. Di wan rojan de gelek girtiyên kurd hatin berdan. Dadgeriya tirk a ku berê sosyalîstên tirk serbest berdan, ev newekheviya wê ji Dadgeha Destûra Bingehîn re hat şandin û piştî vê girtiyên kurd jî serbest hatin berdan. Piştî vê newekheviyê Sakîne Cansiz jî yek ji girtiyên kurd bû ku bi biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a wê demê hat berdan."   ‘TIM DOZA AŞTIYÊ KIR'   Eren Keskînê anî ziman ku ew bi Sakîne Cansiz re beşdarî şeva ku ji bo girtiyên kurd ên ji girtîgehê hatine berdan bûye û wiha got: “Em li ser heman maseyê rûniştin. Me wê rojê li ser gelek mijaran sohbet kir, a din a rojê me soz da ku em li Stenbolê bigerin. Piştre em bi hev re çûn Stenbolê. Bi giştî behsa zilm û zordariya ku hatiye kirin, neheqiyên ku li Kurdistanê hatine jiyîn, îşkenceyên ku li Zindana Amedê hatine jiyîn, tirsa wan îşkenceyan di hestiyên xwe de hîs dike. Dema behsa van dikir, tişta ku herî zêde bala min kişand ew bû ku wê dixwest li erdnîgariyeke ku pêwîstiya wê bi aştiyê û hemwelatîbûna wekhev heye bijî. Min her tim ev tê de hîs kir. Min qet nedîtiye û nebihîstiye ku Sakîne Cansiz şer pîroz kiriye. Her tim qala aştî û têkoşîna aştiyê dikir."   Eren Keskînê anî ziman ku hema hema di hemû panelên ku li gelek bajarên Ewropayê beşdar bûye de rastî Sakîne Cansizê hatiye û wiha got: “Sakîne Cansiz bi taybetî dihat wan panelan û piştre me sohbetên dirêj dikir. Ez dîsa ji bo panelekê çûm Hollandayê û li mala hevalekî kurd mam. Bi şev Sakîne Cansiz jî hat wir. Me heta sibê bi hev re li ser mafên jinan û çawaniya dawîkirina desthilatdariya mêr sohbet kir. Fikrên wê bi rastî ez pir bandor kirim. Wê şevê, wê ji me re got ku wê çawa di nav hevalên xwe de li dijî helwestên serdest ên mêr şer kiriye. Ew sohbeteke pir ji dil bû. Dema sohbeta me dewam dikir me dengê teqîna bombeyê bihîst. Helbet me hemûyan li derve nêrî û derket holê ku çop teqiyaye. Bi gotineke din, tiştekî ku di 40 salan de carekê li Holandayê diqewime, wê roja em hatin cem hev çêbû. Wê şevê em gelekî keniyan. Ma hat hat bis erê me de teqeiya. Ez vê tu carî ji bîr nakim, dê her dem di bîranînên min de bimîne."   BEHSA 9'Ê ÇILEYÊ KIR   Eren Keskînê anî ziman ku di 9'ê Çileya 2013'an de dema Sakîne Cansiz hat qetilkirin ew li malê bûye û nûçeya qetilkirina 3 jinan di nûçeyêan de dîtiye û der barê wê rojê de ev tişt gotin: "Di cih de ez fikirîm ku telefonî Rojbînê bikim. Min xwest ez telefonî Rojbînê bikim û bizanim kesên mirî kî ne. Min telefon kir lê bersiv neda telefona xwe. Rojbîn jineke xwenda bû, her ku ez diçûm Parîsê, karê min ê wergêriyê dikir û di meclisê de her kesî nas dikir. Yên derdora wê ew wekî Rojbîn dizanîn. Loma min nizanîbû navê wê Fîdan e. Dema ku bersiva banga min nehat, min dest pê kir ku bêtir meraq bikim. Lê mixabin ez piştre hîn bûm ku 3 jinên jiyana xwe ji dest dane Sakîne, Rojbîn û Leyla ne.”   'BI ZANEBÛNÎ HAT HILBIJARTIN'   Eren Keskînê diyar kir ku qetilkirina li Ewropayê êrişeke li dijî tevahiya gelê kurd e û got ku Sakîne Cansiz ji bo gelê kurd û jinên kurd navekî girîng e. Eren Keskînê anî ziman ku wan careke din bandora polîtîkaya dewletê ya veguhertina sîxuriyê ya encamên komkujiyê dîtiye û got: “Ji ber ku Omer Guney ê ku wekî qatil hat ragihandin, ajan bû. Di civîneke parlementoyê de ku ez li Parîsê beşdar bûm de wî wergêriya min jî kir. Dema ku nasnameya kujer eşkere bû em hîn zêdetir matmayî man û em hîn bûn ku ew nasnameyeke xapînok e. Kesek wisa wekî kujer hat hilbijartin ku her tişt pir bi plan û bername bû."    Eren Keskînê anî ziman ku Sakîne Cansiz jineke ji aliyê hemû kurdan ve dihat hezkirin û wiha got: “Helbet di heman rojê de li heman cihî sê jin di carekê de hatin qetilkirin, bûyereke mezin bû. Kujer Omer Guney, kesekî bi cil û bergên pir xweş, bi siyasetmedarên biyanî yên li wir re têkildar bû, kurd bû û wergêrekî navdar bû. Ji ber ku Omer Guney ewqas di nav siyaseta kurd de cih girtiye û cînayetek wisa kiriye, em nizanin bê girêdayî çend cihan bû. Îcar kê ev yek kir? Tu carî nehat eşkerekirin."    Eren Keskînê bertek nîşanî astengkirina lêkolîneke bibandor a ji aliyê dewleta Fransayê ve li ser qetilkirinê da û got: “Mixabin daraza Fransayê lêpirsîneka çalak nekir. Her çendî Omer Guney dizanibû wê bimire jî ev çalakî pê hatibû kirin û wî jî kiribû. Li Tirkiyeyê jî dosyayek li ser vê mijarê heye."   'BÛYEREKE ÎSTIXBARÎ YE'   Eren Keskînê destnîşan kir ku qetilkirina Sakîne Cansiz wan "biryara îstîxbaratê" ye û got: "Lê li ser kîjan biryara îstîxbaratê ye, agahiyên zelal li ber destê me nînin. Ji bo ku ev bûyer were ronîkirin, der barê kurdên Tirkiyeyê de çi bûyer derketiye holê? Em dibînin ku li erdnîgariyeke ku hêj gorên Şêx Seîd û Seyîd Riza nayên zanîn, daraz jî di meseleya lurd de, siyaseta bêcezakirinê kiriye tiştekî rûtîn."    Eren Keskînê bibîr xist ku endama Konseya Rêveber a KCK'ê Emîne Kara (Evîn Goyî) tevî hunermendê M. Şîrîn Aydin (Mîr Perwer) û welatparêzê kurd Abdurrahman Kizil piştî qetilkirina her sê jinan bi 9 salan di êrişa çekdarî ya 23'yê Kanûna 2022'yan de li Parîsê pêk hat de hatin qetilkirin. Eren Keskînê got: "Qirkirina kurdên li derve ne rewşeke nû ye. Yanî hem hevala jin a di Konseya Rêveber a KCK’ê de hem jî siyasetmedara jin bi heman rengî hatin gulebarankirin. Ev jî nîşan dide ku hêzên îstîxbarata cîhanê li ser pirsgirêka kurd şerê hev dikin. Mîna ku îro li Rojava rû bi rû dimînin. Kuştina siyasetmedarên kurd ên li derve û nebûna tu encamê bi têkoşîna hêzên îstîxbarata navneteweyî ve girêdayî ye. Mixabin heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe ev xeterî dê bidomin."   Eren Keskînê bi bîr xist ku qetlîam tenê bi van qetlîamên bi vî rengî re sînordarnemaye  û got ku qetilkirina Nagîhan Akarsel, Gulîstan Tara, Hêro Bahadîn, Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan jî ji ber neçareserkirina meseleya kurd e.    Eren Keskînê bilêv kir ku ber bi 12'emîn salvegera Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemezê ve meseleya kurd jî be rbi meseleyeke nû ve diçe û got ku lewma divê li vê erdnîgariyê aştî bi dengekî bilind bê daxwazkirin.    MA / Esra Solîn Dal