Têkoşîneke 40 salan ya bêwestan: Ahmet Baysoy 2025-01-08 09:05:07 ŞIRNEX - Ahmet Baysoy, di têkoşîna 40 salan de heta kêliya dawiyê jî di nav têkoşîna azadiya Kurd de cihê xwe girt. Hevalê wî yê têkoşînê Mela Kasim wiha vegot: "Çinarek bû, her kes di nava xwe de dihewand. Ji Cûdî zinarek bû, cihê ewlehiyê bû, cihê hezkirinê bû, cihê kedkarî, fedekariyê bû."  Ahmet Baysoy ku şahidê têkoşîna azadiya Kurd bû, di 31'ê Kanûna 2024'an de li nexweşxaneya lê dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da. Baysoy, di derbeya 12'ê Îlonê de li Girtîgeha Leşkerî ya Hejmar 5 a Amedê ku bi sepanên dermirovî tê zanîn, 4 salan ma. Baysoy, yek ji organîzatorên Newroza Cizîrê ya sala 1992'yan bû û di 74 saliya xwe de wefat kir. Baysoy; di Partiya Kedê ya Gel (HEP), Partiya Demokrasiyê (DEP), Partiya Demokrasiyê ya Gel (HADEP), Partiya Gel a Demokratîk (DEHAP), Partya Civaka Demokratîk (DTP), Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de cih girt.     Dema rêvebertiya DEM Partiyê ya Cizîrê dikir jî di 74 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.    Baysoy ku yek ji neviyên Mîrê Botanê Bedirxan Begê bû, li navçeya Cizîr a Şirnexê wek zarokê duyemîn ê malbatê çavê xwe li dinê vedike. Li Cizîrê ji eşîra ku bi navê Bajarî anku xwecihên Cizîrê ne. Baysoy, di temenê xwe yê biçûk de bi serpêhatiyên serhildanên Şex Seîd, Koçgirî û Agiriyê mezin dibe. Piştre bi ser dîrok û serhildanên Kurdistanê lêkolînan dike û di temenê xwe ye biçûk de ji bo azadiya Kurd û Kurdistanê di nav xebatan de cih digire. Baysoy, ku di nava civakê de weke Ehmedê Komando dihate nasîn di derbeya leşkerî ya 1980'an de tê binçavkirin û piştre tê girtin. Baysoy, 4 salan di zindana Amedê hejmara 5'an de, di îşkenceyê de dimîne. Piştre tê berdan,lêbelê piştî ku tê berdan jî dev ji têkoşînê bernade û tim û tim di nav têkoşînê de cihê xwe digire. Baysoy, di heman demê de, bi Binevş Agal (Bêrîvan) re jî hevaltiyê dike û xebat dike. Di Newroza Cizîrê ya 1992'an de ku  weke Newroza bi xwîn navê xwe di rûpelên dîrokê de nivîsand pêşengtiye û şahidiyê dike. Baysoy ê ku di Newroza 1992'yan de destê wî de ala kesk, sor û zer pêşiya herkesî de dimeşe ji aliyê tîmen taybet ve tê binçavkirin û bi rojan di îşkenceyê de dimîne. Di pêvajoya salekî ya girtîgehê de girtîgeha Şirnex, Mêrdîn, Sêrt û Amedê de dimîne. Piştî ku tê berdan jî di nav xebatên partiyê de cihê xwe digire.Baysoy tevî temenê xwe yê mezin jî her roj serê sibehê beriya herkesî berê xwe dida partiyê û di nav her xebatekî de cihê xwe digirt û pêşengtî dikir.      Têkoşîna Ahmet Baysoy a 40 salan rêhevalê wî yê têkoşînê Mela Kasim Yîgît vegot.    'EW ÇINAREK BÛ'   Mela Kasim Yîgît diyar kir ku Ahmet Baysoy, di têkoşîna gelê kurd de wendahiyeke mezin bû û wiha vegot: "Helbet serpêhatiya jiyana mamê Hecî Ehmed vegotina wê ji bo min zehmet e. Em çiqasî behsa jiyana wî, fedakariya wî bikin em ê tê re nekin. Heke ku Hecî Ehmed 74 sal emrê xwe derbas kiribe ji vî gelê mazlum re feda kiriye. 16 saliya xwe heta 70'ê saliya xwe fedekar û kedkarê vî gelî bû. Ne tenê li Cizîrê tevahiya Botanê xwe dabû qebûlkiri û hezkirin. Helbet mirov kedkarê vî welatî be xwe bi her mirovakî dide qebûlkirin hinekî di nava civaka me de kêm in. Ji ber wê jî wendakirina mamê Hecî Ehmed wendahiyeke mezin bû. Hecî Ehmed ji bo civaka kurd sembolek bû, çinarek bû û wendahiyeke gelek mezin bû. Em dest bi vegotina jiyana wî bikin dê roj têra vegotina wê nekin. Ew çinarek bû û herkes di bin siya xwe de dihewand. Her wiha ji Cudî zinarek bû, cihê ewlehiyê bû, cihê hezkirinê bû, cihê kedkarî,fedekariyê bû, parazvanê sira hevalê xwe bû. Ev qudret di her mirovekî de nîne. Li tevî wî emrê xwe yê mezin jî her tim di nav xebatan de bû û her tim ji xebatê re amade bû. Her gavekî digot,' em çi bikin, em ji vî gelî re çi bikin, em ê karibin çend mirovan qaneh bikin, çend mirovan ji xerabiyê dûr bikin û tifaqiya vî gelî bikin?' Ji ber wê jî her miroveke ku li ber wî diçû rêz û hûrmet ji wî re digirt."   EMREKE JI TÊKOŞÎNÊ RE   Kasim Yîgît anî ziman ku Baysoy emrê xwe hemû di nav têkoşînê de derbas kir û wiha domand: "Ji zarokatiya xwe û heta ku ji nav me çûyî jî rojekî dilê mirovekî ji wî nema. Tenê rojekî jî mirovek aciz nekir. Zirara mirovekî gihiştiba wî jî ew diçû lêborîn dixwest. Ji her mirovekî re pir bû, ji her mirovekî re melhem bû. Ji mirovan re cihê hêvî û baweriyê bû,cihê hezkirinê bû. Her tim mirovên derdora xwe bi coş û moral dikir. Jiyana wî bi çend deqîqeyan nayê vegotin. Wî rojên zor û zehmet derbas kirin. Wî 12 îlon darbeya leşkerî derbas kir, wî zindana Amedê derbas kir. Li van deran her dera tarî perçeyek ji bedena xwe tê de dît û bi berxwedana xwe ew taritî ronî kir. Di rojên nexweş de tu caran hevalê xwe tenê nehişt. Alikariya mazluman kir. Kedkarê dayikan bû, xwe ji dayikan re dikir pir. Ji zarokan re dibû zarok. Bi aliman re dibû alim, pêşeng û rêber. Ji civaka xwe re rehberek bû. Miroveke hezkirina civakê bû. Li gel barkirina wî Cizîr hemû xemgîn bû, herkesî qesta goristana wî kir. "   'EZ Ê MIZGINIYA AŞTIYÊ JÊ RE BIBIM'   Yigît di berdewama axaftina xwe de got ku tene daxwaza wî ew bû ku rojekî aşitiyê bibine û da zanîn ku ji bo ku ew vê daxwaza wî pêk bînin dê tebikoşin û ev tişt got: "Wesiyeteke wî ji min re maye, ew jî aşitî ye. Wê ew roj bê ku ez mizginiya aşitiyê ji wî re bibim? Sê roj beriya ku nexweş neketî got,' Ez ê bibînim ku rojekî aşitî, aramî bê vî welatî? Rojek tenê jî be bila jiyana me tev ew roj tenê be' Ez jî niha di wê metirsiyê de me û dibêjim, gelo ez ê kengî wê mizginiyê ji wî re bibim û jê re bêjim,' Aramî, aşitî hate welatê me, pirsgirêk çareser bû, xewn û xeyalên me hemûyan pêk hatin aram be' Lê em hêvî dikin ku demeke nêz de ew mirovên weke wî bi heybet, bi hezkirin, cihê hêvî û moralê vê mizginiyê jê re bibin. Ew hezkirina ku wî daye civaka xwe, xwedê wê bike cihê silh û aramiye. Hêvî dikin ku demek nêz de ew xewn û xeyala wî ya ku nîvco mayî bibin ser goa wî. Em wî bibîr tînin. Xwedê me ji keda wî û hezkirina wî bêpar nehêle."    MA / Zeynep Durgut