Dayikên girtiyan: Êdî gavên berbiçav û fermî lazim in 2025-04-17 09:06:58 COLEMÊRG -  Dayikên girtiyan diyar kirin ku divê dewlet berpirsyariya xwe ya li ser banga Abdullah Ocalan bi cih bîne û gotin: "Pêdiviya me bi gavên şênber û fermî heye." Bandora "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Malbatên girtiyên li Geverê diyar kirin ku ew piştgiriyê didin pêvajoyê û ji xwestin ku ji bo pêvajo pêş bikeve divê dewlet gavan biavêje. Dayika Mehdî Mîhçî yê ku cezayê muebedê lê hatiye birîn Gulbeyaz Mîhçiyê diyar kir ku kurê wê beriya hefteyekê bêyî îradeya wî sewqî girtîgeheke din hatiye kirin û wiha pirsî: "Madem lêgerîna ji bo aştiyê û pêvajoya aştiyê heye, çima ev zilma li girtîgehan bi dawî nabe?"    Gulbeyaz Mîhçiyê diyar kir ku divê di vê serdemê de zext bi dawî bibin û got: "Di şexsê Rêbertiyê de pêvajoyek hatiye destpêkirin û divê dewlet êdî li gorî daxwazên me gavan biavêje. Daxwazên me yên bingehîn ev in; rakirina tecrîdê, demildest serbestberdana girtiyên nexweş û efûya giştî. Em dixwazin Rêberê me Abdullah Ocalan ku daxwaza me ya sereke ye, azad be. Bi azadiya wî jixwe dê ev daxwazên me anîn ziman pêk bên."    'EV PÊVAJO DÊ JI BO ME HEMÛYAN BAŞ BE'   Gulbeyaz Mîhçiyê diyar kir ku aştiya rast encax piştî azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêkan e û got: "Tevî hemû tiştên hatine serê me, em piştgiriyê didin vê pêvajoyê. Wê vê hefteyê bi Wezareta Dadê re hevdîtinek pêk bê. Em li bendê ne ku di vê hevdîtinê de ji bo girtîgehan daxuyaniyên baş bên dayîn. Em welatekî ku edalet pêk bê û her kes di nava aştiyê de bijî dixwazin. Ev pêvajo, dê ji bo me hemûyan baş be. Lewma divê her kes piştgiriyê bide vê pêvajoyê."    'DIVÊ HER KES PIŞTGIRIYÊ BIDE PÊVAJOYÊ'   Dayika Hevşaredara Geverê Remziye Yaşar a qeyûm tayînî şûna wê hat kirin û 6 sal in di girtîgehê de ye û dayika Dilgeş Yaşar ê 9 sal in di girtîgehê de ye Mahsima Yaşarê jî diyar kir ku divê pêvajoya ku ew piştgiriyê didinê bi encameke baş bi dawî bibe. Mahsima Yaşarê anî ziman ku xewna malbatên girtiyan, sirgûniyan û yên jiyana xwe ji dest dane aştî ye û got: "Di vê pêvajoyê de daxwaza me ya herî bingehîn azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan e. Bi azadiya birêz Ocalan re wê gel azad bibe. Şandeya Îmraliyê wê bi Wezareta Dadê re hevdîtinê pêk bîne. Divê êdî dewlet destê ku Rêbertî dirêj dike bigire. Em dikarin bi hev re şerê li vî welatî biqedînin. Divê aştî çêbibe û hemû kesên xwedî wijdan piştgiriyê bidin vê yekê."    'EM JI BO AŞTIYÊ HEWL BIDIN'   Dayika Necla Atak a ku zêdeyî 8 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Kandirayê ya Kocaeliyê dîl tê girtin Emîne Atakê diyar kir ku kurd bi mehan e li bendê ne ku dewlet gavan biavêje û eger ev gav bi derengî bikevin wê baweriya bi pêvajoyê bişikê. Emîne Atakê ev tişt anîn ziman: "Niha em ji dewletê li benda gavên rast û bingehîn in. Bi mehan e em li bendê ne ku daxwazên me pêk bên. Em li hêviya azadiya rêberê xwe û azadiya hemû girtiyan e. Em dixwazin gelê kurd bigihêje mafên xwe û zimanê kurdî bibe zimanê fermî. Bi azadiya Rêbertî re em ê hîn bêtir vê aştiyê hembêz bikin. Her du alî jî ji şer û pirsgirêkên civakî westiyan. Êdî ne ji bo şer, em ji bo aştiyê hewl bidin."    Emîne Atakê anî ziman ku divê daxwazên kurdan demildest bên bicihanîn û got: "Rêbertiya me hemû tiştên ku ji destê wî hat û çi pêwîst bû kir. Niha dora dewletê ye. Em dixwazin ji bo aştiyê gavan biavêjin. Her cara ku diaxivin tiştekî nezelal li dû xwe dihêlin.Tevî van zext, îşkence û qetlîaman jî em paş de gav navêjin. Lê hê jî wan gavek neavêtiye. Em tevî hemû texrîbatên dewletê jî em dibêjin em li teref aştiyê ne. Aştî, dê bibe dermanê hemû êşan."    MA / Rûken Polat - Mazlûm Engîn Denîz