Ceren Onder Kandemîr: Rewşa bavê min her diçe baştir dibe 2025-04-17 12:15:48   STENBOL – Keça Sirri Sureyya Onder, Ceren Onder Kandemîr ku di dema serdana nexweşxaneyê ya Partiya Saadetê de axivî, ragihand ku wê bavê xwe dîtiye û rewşa wî ber bi başiyê ve diçe.   Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Sirri Sureyya Onder ku damara aorta wî qetiyabû û di beşa lênerîna giran de tê tedawîkirin, rewşa wê giran e.   Serdanên li Nexweşxaneya Florence Nightingale ku tedawî lê dihate kirin, dewam dikin. Di vê çarçoveyê de Serokê Partiya Saadetê Mahmut Arikan û heyeta pê re hatin nexweşxaneyê û şîfaya lezgîn ji wan re xwestin. Heyeta Partiya Saadetê li ber nexweşxaneyê ji aliyê Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, her wiha rayedarên DEM Partiyê û keça Onder Ceren Onder Kandemîr ve hatin pêşwazîkirin.    KEÇA WÎ: REWŞ HER KU DIÇE BAŞTIR DIBE   Di serdanê de Arikan der barê rewşa Onder de agahî girt. Ceren Onder Kandemîr diyar kir ku wê bavê xwe dîtiye û rewşa bavê wê her diçe baştir dibe û ew ê baştir bibe.   ARIKAN: WERIN EM BI HEV RE AŞTIYÊ PÊK BÎNIN   Mahmût Arikan ê ku piştî serdanê li ber nexweşxaneyê daxuyanî da û diyar kir ku Sirri Sureyya Onder ji ber nexweşiya xwe hemû derdor anîne cem hev. Arikan diyar kir ku di dema nexweşiya wî de hemû derdor hatine serdanê û şîfa ji Onder re xwestine û bal kişand ser girîngiya pêkanîna aştiyê.