Omer Farûk Hulagu bû Amîrê Îdarî yê Meclisê yê DEM Partiyê

Parve bike:
ENQERE - Parlamenterê Çewligê Omer Farûk Hulagu bû Amîrê Îdarî yê Meclisê yê nû yê DEM Partiyê.  
 
Bi beşdariya Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan li navenda giştî ya partiyê bi parlamenteran re civînek hat li darxistin. Di civînê de mijarên wekî, azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, qanûnên ku di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li meclisê bên li nîqaşkirin û geşedanên li Rojhilata Navînê hatin nîqaşkirin. Her wiha di civînê de krîza aborî û xîzaniya li Tirkiyeyê û xebatên ji bo 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê jî hat nîqaşkirin.
 
Di civînê de ji bo diyarkirina amîrê nû yê Meclisê yê DEM Partiyê jî sindoq hat danîn û parlamenteran deng da. Parlamenterê Mêrdînê George Aslan, Parlamentera Colemêrgê Oznur Bartin, Parlamentera Wanê Gulderen Varli, Parlamenterê Bedlîse Huseyîn Olan û Parlmaneterê Çewligê Omer Faruk Hulaku bûn namzetên amirtiya Meclisê. Di encama dengdayinê de Parlamenterê DEM Partî yê Çewligê Omer Faruk Hulaku bû amîrê nû yê Meclisê.