‘Komkujiya Enfalê navê sûcê li dijî mirovahiyê ye’

Parve bike:
ENQERE - DEM Partiyê bi boneya sala 38’an a Komkujiya Enfalê daxuyanî da û got: “Divê ev êş neyê jibîrkirin. Komkujiya Enfalê navê sûcê li dijî mirovahiyê ye.” 
 
Komîsyona Gelan û Baweriyan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi wesîleya salvegera Komkujiya Enfalê ya ku ji aliyê rejîma Sedam Hisên ve hatibû kirin, daxuyanî da. 
 
DEM Partiyê di daxuyaniya nivîskî de diyar kir ku Komkujiya Enfalê ya ku 14’ê Nîsana 1988’an de dest pê kir, weke yek ji xelekên herî giran a polîtîkaya tunekirinê ya li dijî gelê Kurd e û got: “Di vê komkujiyê de bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan, gundên wan hatin xirakirin, nasname û hebûna wan hate hedefgirtin. Ev navê sûcekî mezin ê li dijî mirovahiyê ye.”
 
Bi domdarî wiha hate gotin: “Em ê siberojeke ku gel û bawerî jiyaneke wekhev, azad û bi rûmet lê bijîn, ava bikin. Em qurbaniyên Komkujiya Enfalê bi rêzdarî bi bîr tînin.”