Xaniyên Ermeniyan ê dîrokî yek bi yek tune dibin 2025-11-15 09:07:02   WAN- Xaniyên Ermeniyan ên li Wanê ku wekî qada SÎT'ê hatine ragihandin, tune dibin. Bi xaniyên dîrokî re çand, dîrok, bîr û nasnameya gelekî jî tune dibe.   Ji xanîyên dîrokî yên Ermeniyan ê li bajarê Wanê ku tevna bajêr pêk dianîn û bîra sedsalan a bajêr hildgirtin, tenê du xanî mane. Ev xaniyên ku bîra bajêr hildigirin, nîşaneyên mîmariya Anatoliya Navîn hildigirin, bi demê re tune dibin. Ji ber ku bi salan e tu hewldanên parastinê nehatine kirin, ev avahî niha kavil in. Tevî ku wekî herêmeke parastî ango ya SÎT'ê hatine destnîşankirin jî, xanî bê xwedî hatine hiştin, di heman demê de avahiyên beton ên nû li kêleka wan bilind dibin. Her çend 19 ji xanîyên dîrokî yên Ermenan ku tê gotin di sala 1914'an de hatine çêkirin, di sala 1990'î de 19 heb bûn. Niha ji van xaniyan tenê du heb mane. Hundirê van xaniyên dîrokî yê bêparastin hatine hiştin, ji çop û gemarê xalî nabin.    Xaniyên dîrokî yê ku di navbera dawiya sedsala 19'an de hatine çêkirin, qalibê wan bi giranî ji avahiyên ji kerpîç û keviran hatine çêkirin. Beşeke girîng ji van xaniyan ji hêla hostayên Ermen ve hatine çêkirin, bi kolan, planên hewşa hundir û kevirên tevlihev ên ji kevir û kerpîçê ku qaliba taxê pêk tînin, nasnameyeke mîmarî ya bêhempa ji bo bajêr afirandine. Bi salan, tenê nêzîkî 20 xanîyên kevneşopî li herêmê hebûn. Di dehsalên navberê de, ev hejmar ji ber koçberiyê, veguherîna aborî, paşguhkirin, erdheja 2011'an û xebatên nûjenkirina bajarî yên bêkontrol bi lez kêm bûye. Di roja me ya îro de ji van avahiyan tenê du heb mane.   MÎMARIYA XANIYÊN DÎROKÎ   Malên Wanê yê dîrokî ku ji diwarên kerpîç û kevirî hatine çêkirin li gorî avhewaya Wanê hatine avakirin. Kerpîç di demsala havînê de hênike û di zivistanê de germ in. Ên bi keviran hatine çêkirin jî ji ber erdhêjê hatine çêkirin. Di malên dîrokî yê ku mayin tê dîtin ku xawlî, beşa tenûrê û beşaya depokirinê hene. Ev taybetmendiyên van xaniyan jî ne tenê mîmarî di heman demê de jiyana serdemê û çanda wê demê radixe berçavan.   NAYÊN PARASTIN   Her çendî qada ku xaniyên dîrokî lê hene weke qada parastinê ango SÎT hatibe ragihandin jî tê dîtin ku bi ti awayî nayên parastin. Baniyê xaniyan sal bi sal hilweşiyaye û diwar qelişîne. Hin diwar jî bi giştî hilweşiyane. Lêbelê li tevî vî dîmenî jî heta niha xebatek nehatiye kirin û parastina van malen dîrokî nehatiye kirin.   DI NAVA AVAHIYÊN BETON DE TUNE DIBIN   Di kêleka malên dîrokî de jî bîneyên ku bi betonan tên çêkirin bilind dibin. Ev jî bi xwe re xetereyeke mezin tîne û dibe sedem ku ev dîrok û çand tune bibe. Derdora avahiyên dîrokî yê bi axê hatine çêkirin bi avahiyên betonan hatiye dagirkirin   Li gorî pîsporan tunebûna van avahiyên dîrokî ne tenê wendabûneke, di heman demê te tunebûna ziman, çand û nasnameya gelekî ye. Hafizeya bajêr di navbera betonan de tê tunekirin.   MA / Zeynep Dûrgût