Lubnanê gotina Trump a ‘lîderên Îsraîl û Lubnanê dê hevdîtinê bikin’ derewand

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê DYA’yê Donald Trump, diyar kir ku dê lîderên Îsraîl û Lubnanê sibê hevdîtinê bikin. Rayedarekî lubnanî jî ev îdiaye derewand. 
 
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYE) Donald Trump li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal peyamek parve kir. Trump, di peyama xwe de got: “Em hewl didin ku di navbera herdu welatan de qadeke nefestandinê biafirînin. Nêzî 34 salan neaxivîn, ev wê sibe pêk were."
 
Li gorî nûçeya AFP'ê, çavkaniyekî fermî yê Lubnanî gotiye ku haya wan ji vê danûstandinê nîne û îdia derewand. Çavkaniyê got: “Haya me ji hevdîtineke bi aliyê Îsraîlê re nîne û bi rêya fermî tu agahî ji me re nehate ragihandin."
 
Li aliyê din Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu ferman da artêşa xwe ku li başûrê Lubnanê “herêma ewlekariyê” ya ava kiriye berfireh bike. Li gorî vê yekê wê ev herêm ber bi rojhilat û çiyayê Hermonê ve bê berfirehkirin.
 
Rêveberiya Îsraîlê îdia dike ku ev gav bi taybetî ji bo piştgiriya civaka Durzî ye. Durzî li Sûriyeyê, bakurê Îsraîlê, Lubnanê û Girên Golanê dimînin.